Têkçûna li Efrînê, Tirkiye xist nava lêgerinek nû 2018-01-27 14:17:28   ENQERE - Êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê piştî gotina Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan a "Em ê di hefteyekê de tar û mar bikin" di 20'ê Çile de dest pê kir. Di ser êrîşê re 8 roj derbas bûn. Medyaya bi fermana Serokwezîr Bînalî Yildirim peşêngiya şer kir, niha jî ji bo têkçûna Tirkiye ya operasyonê veşêre hedefên nû diyar dike."     Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina 13' Çile ya li Xerpetê de, got "Li Efrînê ger terorîst teslîm nebin, em ê her derê bi serê wan de xera bikin. Sondên ku li Minbiçê ji bo me hatindayîn, ger em bi cih neyînin, em ê navika xwe jê bikin. Bêyî ku hefteyek derbas bibe, dê bibînin ka em ê çibikin."  Ergodan bi van gotinên xwe gefê li Efrînê dixwarin. Ev gotinên Erdogan piştî rojekê di manşetên çapemeniya tirk de cih girtin. Roja 20'ê Çile jî, êrîşên li ser Efrînê destpê kirin û manşetên "Şerê me pîroz be" hatin avêtin. Rusya ji ber van êrîşên Tirkiyeyê leşkerên xwe ji herêmê vekişanidn û bi daxuyaniyên dan, rast rast piştîgirî da êrîşan. Piştî Rusyayê,  welatên mîna Îngîltere, Hollanda û NATO'yê heman nêzîkatî nîşan dan. DYA jî, gava êrîşan destpê kirin, tenê bi pirsgirêkên xwe yên "Girtina Hikûmeta Federal re" eleqedar bûn û daxuyaniya "Mafê Tirkiyeyê yê parastina rewa heye" da û derî ji êrîşan re vekir.    BERÊ BA GUHERΠ   Medyaya got "Dê di 3 saetan de Efrînê dagir bikin", di rojên pêş de vê carê jî bi hincetên ji ber rewşa hewayê, şert û mercên qadê û pergala parastinê, pêşdeneçûna operasyonê serwîs kirin. Hina jî bi nûçeyên wiha di nava hêviyek mezin dene. Berdevkê berê yê Hikûmetê Numan Kurtulmuş jî, îro beşdarî kanalekê TV'î bû û diyar kir ku dibe ku ev pêvajo dirêj bike. Di dawiya heftiya vê pêvajoyê de, ji bilî çend gundên ser sînorên Tirkiyeyê heya niha tu pêşketin nehatiye çêkirin û di encama vê yekê de baya navneteweyî jî hêdî hêdî dest bi guhertinê kir.   HEMÛ XEYALÊN RÛSYA ŞIKIYAN   Rûsya ku pir bi eşkere piştîgirî da êrîşên li ser Erînê, hêdî hêdî daxuyaniyên nîv fermî dide û dibêje "Tirkiye di Efrînê de tengav bûye, hêza wê leşkerî tuneye û hêza wê ya hewayî jî bê ser û ber lêxistin."     TONÊ DAXUYANIYAN GUHERÎN   Dîsan bi guhertina bayê re Elmanyayê jî, got ku êdî ew çekan û tankên modernîzasyon nafiroşe Tirkiyeyê. Cardin ji bo NATO'yê banga Efrînê hat kirin. DYA ku ji destpêka pêvajoyê ve zimanê xwe guhert jî, got ew li dijî operasyonê ne û dûre bi tonek hişk Tirkiye hişyar kir.    HEDEFÊN NÛ HATIN XÊZKIRIN   Herî dawî Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan got "Dê heya sînorê Iraqê terorê paqij bikin." Ev daxuyanî jî mîna daxuyaniya "Em ê di 3 saetan de Efrînê paqij bikin" di manşetên çapemeniya Tirk de cih girtin.