Li Samandagê cemazeyê jinekê hat dîtin 2018-01-27 13:06:35 HATAY - Li navçeya Samandagê ya Hatayê cenazeyê jinekê hat dîtin.  Li navçeya Samandagê ya Hatayê li nêzî Çemê Asî cenazeyê jinek ku nasnameya wê nehat diyar kirin hat dîtin. Masîvanên ku serê sibê çûn ser çem dîtin ku cenazeyê jinekê li tenişta çem e. Piştî masîvanan agahî dan cendirmeyan, cenaze ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê.