'Ne mirinê em jiyanê diparêzin' 2018-01-27 12:39:43   STENBOL - TTB'ê ji ber ku got "Ji şer re na, aştî a niha" rayedarên AKP'ê nerazîbûn nîşanî dijberên şer da. Hevserokên Şaxên SES'ê ya Stenbolê xwedî li TTB'ê derket û ev tişt gotin: "Em wekî kedkarên tenduristiyê çawa mirina mirovan pîroz bikin? Em ji bo jiyana mirovan şev û rojên xwe dikin yek, çawa ji 'şer re bêjin erê.'"    Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), der barê operasyona Efrînê de daxuyanî dabû û gotibû ku "Ji şer re na, aştî a niha". Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û gelek rayedarên AKP'ê, Saglik-Sena girêdayê Memûr-Senê ya nêzî desthilatdariyê, TTB kirin armanc. Gelek saziyên dijberî şer xwdî li TTB'ê derketin. Hevserokên şaxên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yên Stenbolê, diyar kirin ku ew li gel TTB'ê ne, cihê ku jiyana mirovan bê parastin, li wir şerxwazî ne karê wan e.   'ARMANCA ME CIVAKA BI TENDURISTÎ YE'   Hevserokê Şaxa Anatolyayê yê SES'ê Erdal Guzel, destnîşan kir ku desthilatdarî hem li welat û hem jî li Rojhilata Navîn di nava şerekî de ye, li dijê vê mirov bertekên xwe yên herî xwezayî tînin ziman û ev tişt got: "Em ji bo vê aştiyê sekneke cidî û kedê didin. Pêwîst bike em ê berdêl jî bidin. Ji bo pêşî li mirinan bê girtin û civakek bi tenduristî derkeve holê em ê bixebitin. Ji bo wê TTB'ê tişta ku li wê dihat kir. Ev sekneke baş û miroî ye. Em bi tu awayî êrîşên li dijî TTB'ê qebûl nakin. Emê heta dawiyê li gel wan bin."   'ARMANCA MEMÛR-SEN'Ê BERÎ HILBIJARTINÊ TUNDÎ YE'   Hevserokê Şaxa SES'ê yê Aksarayê Muhsîn Baygumuş, got ku tu dixwazî li Efrînê, tu dixwazî li Fîlîstînê be, ew li dijî şer in û wiha pê de çû: "Tu aliyê şer ê bê parastin tune. AKP û Serokomar şer dane destpêkirin û tu dengên cuda qebûl nakin. Odeya tabîban tenê ji bo parastina mafê jiyanê dengê xwe derxistiye, darê xwe nîşanê wan didin. Di vê navberê de di meha Nîsanê de hilbijartinên odeya tabîban hene, Saglik-Sen û Memûr-Sen ên aliyê hilbijartinê ne, dixwazin ji vê rewşê sûdê bigirin. Dixwazin zextê li odeya tabîban bikin. Em wekî şaxên SES'ê li gel odeya tabîban e. Em ê bi wan re di nava têkoşînê de bin. Em ê aştiyê û mafê tenduristiyê biparêzin."   'PEYWIRA ME PARASTINA JIYANA YE'   Hevserokê şaxa SES'ê yê Bakirkoyê Mursel Firat anî ziman ku parastina jiyanê peywira wan e, ew ê her dem li dijî mirinan bin û ev tişt anî ziman: "Em mirinê red dikin û ji bo wê li dijî şerê li welat radiwestin. Dê ev şer ji xizan û mirovahiyê re tu tiştî neyne. Dê dîsa bêrîkên xwe tije bikin, lê kedkar, xizan dê dîsa bimirin." Firat aşkera kir ku divê demil dest êrîşa li dijî Efrînê bê rawestandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê hemû raya giştî ya aştîxwaz bê gel hev û deng derxe. Ji bo wê em li gel Yekitiya Tabîban e."   'MIROV JI BO ME PÎROZ IN'   Hevserokê SES'ê yê Şîşliyê Abuzer Aslan jî ev tişt anî ziman: "Demeke wisa ye dijberiya şer bûye sûç. Di vê demê de helwesta Odeya Tabîbên Stenbolê, TTB'ê gelekî bi qîmet e. Hişmendiya AKP'ê û desthilatdariyê, di vê çarçoveyê de êrîşê sendîkayan dikin. Bêguman dê dij derkevin ji ber ku ew şer dixwazin. Em alîgirê aştiyê ne. Berdevkên AKP'ê baxçeyên wanên pişt, li ser mirina mirovan siyasetê dikin. Sendîkayên wan ji şer re dibêjin erê. Em li gel yekitiya tabîban e û emê sekna xwe dewam bikin."   MA / Bîlal Seçkîn