Elewiyên Mabatayê: Zilma Dêrsimê gihişt Efrînê 2018-01-27 12:35:12   EFRÎN - Derket holê ku 6 zarokên malbata El-Xatir yên duh di êrîşa bombekirina TSK'ê ya li navçeya Mabata jiyana xwe ji dest dan, malbata di salên 1937-38'an de ji terteleya Dersimê koç kirin û hatin li Efrînê bi cih bûbûn in. Elewiyên li navçeyê diyar kirin ku zilm û komkujiya Dersimê ya 38'an êdî gihiştiye Efrînê û ji pey wan venagere.    Êrîş û operasyona TSK'ê û OSO ku li dijî Efrînê di 20'ê Çile de dane destpêkirin di roja 8'an deberdewam dike. Balafirên şer, tang û topên TSK'ê bombebarana li dijî Efrînê berdewam dike. Duh di bombebarana TSK'ê ya li dijî Efrînê de dîsa 6 zivîlan jiyana xwe ji dest dan. Bomyela TSK'ê duh avêt navçeya Mabata, li xaniyê malbata El-Xatir ku 7 kes lê dijîn ket û 6 endamên malbatê jiyana xwe ji dest dan. Ji malbatê tenê kaça 18 salî hat rizgarkirin. Cenazeyê 6 kesan rakirin nexweşxaneya Evrînê. Derket holê ku kesên jiyana xwe ji dest dan ji malbata ku di salên1937-38'an de ji Terteleya Dersimê koç bûne û hatine li vir bi cih bûne ne.    Elewiyên kurd ên di serdema Yavuz Sultan Selim û Terteleya Dersimê de koç bûn, gelek ji wan hatin li Navçeya Mabata ya Efrînê bi cih bûn. Elewiyên li navçeya Mabata bi cih bûn piştî êrîşa bombeyî bertek nîşanî şer dan û gotin: "Ev êrîş berdewama komkujiya Dersimê ye. Komkujiya li dijî elewiyan ji Dersimê gihişt Efrînê.    'MIROVÊN SIVÎL QETIL DIKIN   Welatiyê elewî yê Mabata Cuma Ala, sertek nîşanî êrîşê da û wiha got: “Dewletê ji ber em elewî bûn, duh em li Dersimê kuştin. Îro jî ji ber em kurdin me li Efrînê dikujin. Malbat ji ber komkujiya Dersimê reheviyan û hatin li vir bi cih bûn. Dixwazin ne li vir jî îmha bikin. Li Mabata bombe avêtin xaniyekî. Di wê malbatê de 7 kes hebûn. 6 kes ji heman malbatê hatin kuştin. Mirovên sivîl qetil dikin. Ev êrîş ne tenê li dijî elewî û kurdan e. Ev êrîş li dijî hemû mirovan e. Yên îro li vir komkujiyê dikin dê sibê li her derê heman komkujiyê bikin. Divê îro hemû mirovahî li dijî vê komkujiyê derkevin. Em cih û warên xwe terk nakin."    JINÊN ELEWÎ: ME BERÊ JÎ EV DÎT   Welatiya Elewî Zeluş Ala jî diyar kir ku jinên elewî berê jî ev komkujî dîtin û wiha got: "Tişta îro li navçeya Mabata Efrînê pêk hat, berê li Dersimê pêk hatibû. Tişta li Mabata pêk hat ji Dersimê ne cudatir e. Dewlet zilma duh îro jî berdewam dike û dê berdewam bike. Em ji zilm û komkujiyê reviyan hatin vir. Lê li vir jî dest ji me bernadin û dixwazin me li vir jî qetil bikin. Komkujiya li dijî elewiyan îro li Mabata berdewam dike. Lê em weki gelê Mabata dê li dijî van êrîşan di ber xwe bidin. Em li ser piyan in û di ber xwe didin."    JI DERSÎMÊ HETA EFRÎNÊ   Kalê 90 salî Huseyîn Sîtto ku tevî hevalên xwe ji Dersimê hat Mabata qala bîranînê xwe kir û wiha got: "Her çend dem hat guhertin jî zilm nehat guhertin. Yên zilmê dikin nayên guhertin. Li Dersimê Nuri Dersimî û hevalên wî xwe li malê veşartibûn. Hin elewiyên beriya wan hatibûn vir hebûn. Me Nûrî Dersimî bi qehremaniya wî nas dikir û me hêz jê digirt. Her dem ji hevsera xwe Feride re digot ‘Şêr şêr e çi jin e çi mêr e’. Ew jî mexdûrê wê demê bin. Ji wê demê heta niha êrîşên li ser elewiyan kêm nebûn. Niha jî bi şev û rojan Efrinê bombe dikin. Efrin baxçeyekî Sûriyeyê ye. Nikarin wî bişkînin."    MA / Nazim Daştan