Girtiyê Elman di ringê de jiyana xwe ji dest da 2018-01-27 12:07:07 ANTALYA - Girtî Omer Açar ê xweşê dil, bi nameyekê diyar kir ku ligel nexweşiya wî ya giran piştî 13 rojin bi gelek giriyan re li ringê siwar kirin û birin nexweşxanê û wiha got: "Girtiyê nexweş ê 35 salî ku welatiyê Alman bû di rêde rewşa wî xerab bû û jiyana xwe ji dest da." Derket holê li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê girtiyê nexweş ê welatiyê Elman di wesayîta ringê de jiyana xwe ji dest daye. Li gorî nûçeya Alîcan Uludag ê Cumhuriyetê, girtî Omer Açar ê nexweşîna dil, li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê di 16'ê Çileya 2018'an de di nameya ji endama Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfa Cezayê Berîvan Korkut re şand de bûyer vegot.   'NEXWEŞÊ LEZGÎN PİŞTÎ 13 ROJAN SEWQ KIRIN'   Açar, diyar kir ku di 9'ê Kanûna 2017'an de dilê wî êşiyaye û wiha got: "Bi ambûlansê ez birim Nexweşxaneya Alanyayê û ji wir jî ji bo dermankirinê bi lezgînê ez sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Antalyayê kirim. Lê piştî 13 rojan bi wesayîta ringê ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Antalyayê. Ez kirim ringa mirin û dest bi rêwîtiyê kirin. Piştî saetek şûn de di kabîneya ringê ya li kêleka min de dengên nalîn û hewara kesê bilind bû. Ji xwe tenê digot 'abî abî.' Wesayîta ringê li petrolekê rawestiya û zilam birin destşoyê. Rewşa zilam pir xerab bû. Ji dengê wî diyar bû. Lê bi tirkî nediaxivî. Ji ber dengê wesayîtê min ne dizanî bi çi zimanî diaxive. Piştî demekê zilam dîsan pir xerab bû. Leşkeran ji fermandar re gotin nexweş nefesê nagire. Ringê bi lez ajot û dest bi lêxistina sîrenê kir. Dûre ambulans hat. Lê êdî pir deng bû û zilam jiyana xwe ji dest da. tenê digot 'abî abî. Ambûlansê cenaze gîrt û çû. Jiyana mirovan evqas li girtîgehan erzan bûye. Qaşo wesayîtên dewletê yên nexweşxanê hene. Dema em gehiştin nexweşxanê sê hikûmxarin din jî hebûn. Ji tirsan re dengên xwe dernedixistin." Açar, da zanîn ku girtiyê jiyana xwe ji dest dayî 35 salî û welatiyê Elman bû û wiha dawî li nameya xwe anî: "Dozger îfadeya hemû kesên di ringê debûn girt."