Egîtim Senê bertek nîşanî peyama miduryeta perwerdeyê da 2018-01-27 11:55:45 HATAY - Serokê Egîtim Sena Hatayê Denîz Eser bertek nîşanê peyama ku Miduryeta Perwerdeya Neteweyî ya Altinozuyê ji hin mamosteyan re şand da û aşkera kir ku biryara xizmeta tenduristî û perwerdeyê, hemwelatiyên li wî welatî dijîn dikarin biryarê bidin. Operasyona TSK û Tirkiyeyê li dijî Efrînê dewam dike, lê Miduryeta Perwerdeya Neteweyî ya navçeya Altinozlu ya Hatayê ji hin mamosteyan re name şand û ev bû sedema nerazîbûnan. Peyamên ji telefonên mamosteyan re şandin de ev tişt hat gotin: "Fermana miduryeta me ya bajêr e. Piştî Efrîn paqij kirin dê avabûneke nû derê holê. Berî her tiştî kesên bi erebî dizanin, dê li Efrînê di nezera Pergala Perwerdeya Neteweya Tirk de, pêwîstî bi mamosteyan hebe. Bila hemû midurê dibistana me xwe bigihîne hemû mamosteyan, erênî an neyênî agahî bide Midurê Şaxa me Mehmet Sabah. Pişt guh nekin."   HIN MAMOSTE AVÊTIN   Serokê Sendîkaya Kekdarên Zanyarî û Perwerdeyê (Egîtim Sen) a Hayatê Denîz Eser, diyar kir ku peyam Miduryeta Perwerdeya Neteweyî a Navçeyê bi rêya Whatsappê ji hin mamosteyên li navçeyê re hatiye şandin, peyam nijadperestî ye.   Eser li ser naveroka peyamê jî rawestiya û wiha axivî: "Ji xwe di wargehan de gelek mamosteyên girêdayê Perwerdeya Neteweyî dixebitin. Pênaseya mamosteyê tirk mirovan aciz dike. Di Perwerdeya Neteweyî de gelek hevalên me yên tirk, kurd û ereb hene. Peyama ku avêtine, ji beqseda xwe dûr û şovenîzm e."   Eser got ku ev biryara, biryareke wisa ye, kesên li wî welatî diji dikarin bigirin û aşkera kir ku armanca Tirkiyeyê ewe ya operasyonê tiştekî din e û destnîşan kir ku ew ê vê dagirkerî û gotinê qebûl nekin.