Polîsê ku Barlak kuşt serbest berdan 2018-01-27 11:34:50   ÎZMÎR - 6 sal berê li Îzmîrê polîs Îmran Kahya bi çekê Emrah Barlak kuşt û 4 kes jî birîndar kiribû. Dadgeha Bilind 11 sal û 8 meh cezayê ku dadgeha herêmî li Kahya birînbû, xera kir û ji nûve darizand û serbest berda.   Li semta Îzmîra kevin maşîneya welatiyên bi navê Erhan Barlak û kekê wî Emrah Barlak di 12'ê Tebaxa 2012'an de li maşîneya ekîba polîsan qelibû, ji ber nîqaşa di navbera wan de, polîs bi çekê Emrah Barlak kuştibû û 4 kes jî birîndar kiribû. Polîs Îmran Kahya piştre hatibû girtin, bi sûcê "bi zanemûn mirov kuştiye" cezayê heta hetayê dan wî. Bi hinceta bi bê mafî ew sor kiriye, dibe ku bi fîlî bûyer pêk hatiye, ji ber poşmanî û rewşa baş, ceza daxistin 8 sal û 4 mehan. Cezayên ji ber sûcên din jî li polîsê bersûc hat barkirin û cezayê wî derxistin 11 sal û 8 mehan.   1'emîm Daireya Ceza ya Dadgeha Bilind, aşkera kir ku Kahya "di nav sînorê parastina rewa de ev tişt kiriye" û biryara dadgehê xirab kir. Piştî Dadgeha Bilind biryar xirab kir Kahya serbest hat berdan.