Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên bazirganî li ser xwîna sivîlan e 2018-01-27 10:17:35 ŞEHBA – Ceyş El-Suwar, têkildarî şerê li ser Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku şerê li ser Efrînê encamên peymanên kirîn, firotin û bazirganiya li ser xwîna gelê Sûriyê ye.  Ceyş El-Suwar ên herêma Şehbayê girêdayî êrîşên TSK'ê ya li dijî operasyona li ser Efrînê daxuyaniyek da. Fermandarê Ceyş El-Suwar Dilşêr El-Idlibê daxuyani xwend. Dilşêr El-Idlibê, diyar kir ku ev hamleyek bêbext e û wiha got: “Hemleya bêbext a li ser Efrînê û gelê wê, di tu ol, dab û exlaqên pêşiyan û civakê de nayê qebûlkirin. Di heman demê de dijminahiyeke li dijî tevahî xaka Sûriye, gel, netew, mezheb û rengên e.  Bila her kes nas bike ku, êrîşên li ser Efrînê û gelê wê encamên peymanên kirîn û firotine ne. Bazirganî li ser xwîna sivîlan û xaka welatê birîndar e. Êrîş zarok, jin û kesên bi temen mezin nas nake. Kes bi aqilê wê nas bike ku dagirkeriya Tirkiyê Heleb li beramberî Bab û gundewarên wê heta Cerablus firot, lê ne li Minbicê, ne jî Reqa û Cizîrê bi ser ket. Îro Ebû El-Dihûr li beramberî Efrînê û sibe li Idlibê heman peyman dê pêk werin."    Ceyş El-Suwar, destnîşan kir ku gelê Sûriye yê bi rûmet dê guhê xwe nedin xîtabên Erdogan û wiha got: "Erdogan ê xwediyê xetên sor, alîgirê DAIŞ, Nusra û Îxwan e. Zar, rûmet û xaka welatê we firotiye Beşar. Banga me ya  ji her kesê bi rûmet, welatparêz û xwedî wijdan ne ji lewazbûyînekê tê, lê ji bo rawestandina rijwandina xwînê ye. Li herêmê cengek heye, dagirkeriya Tirkiyê tevî ku çekên giran û balafiran bi kar tîne, gaveke pêş de ne avêtiye. Her wiha balafirên Beşar jî li ser esman qût nabe, hêza me têra xwe heye, em li ber xwe didin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê, ji Idlib û Şehba re azadî bi dawî bû.