Dozger daxwaza malbatan a ji bo hevdîtina Ocalan red kirin 2018-01-27 10:04:33   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatê girdiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtin bikin, cara 61'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dan. Serdozger, serlêdan dîsa red kirin.    Xwişk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet û Fatma Ocalan ji bo bi kekê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Burasayê dan û xwestin duşemê hevdîtinê kirin. Li aliyê din birayê girtî Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ji bo bi xizmên xwe hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Bi vê serlêdanê re ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha malbatan 61 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin û dozger 61 carin serlêdanê malbatan red dike.