HDP'a Stenbolê plan dike ku bi 200 otobusan beşdarî kongreyê bibin 2018-01-27 09:52:16 STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê xwe amade dike ku bi 200 otobusan beşdarî 3'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ya di 11'ê Sibatê li Enqerê bê lidarxistin, bibin. Amadekariyên kongreyê bi civînên gel û belavkirinên belavokan berdewam dikin. Amadekariyên 3'yemîn Kongreya Asayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 11'ê Sibatê li Enqerê bê lidarxistin berdewam dikin. Êrîşên li ser Efrînê, binçav kirin, girtin û êrîşên li ser HDP'ê û pêvajoya OHAL'ê dê rojevên sereke yên kongreyê bin. Amadekariyên kongreyê li herêm, bajar, navçe, gund û taxan bê navber didomin.  Li bendêye ku herî zêde ji Stenbolê tevlîbûn ji bo kongreyê çêbe. Di xebatên amadekariya kongreyê de li Stenbolê 250 belevok hatin belavkirin û afîş hatin daliqandin.    YEK BI YEK LI DERIYÊN MALAN DIDIN   Ligel vê yekê ziyaretên malan yek ji xebatên herî girînge. Parlamenter û rêveberên HDP'ê yên Stenbolê yek bi yek li deriyên malan dixin û wan dawetî kongreyê dikin. Ev xebat, tenê bi ziyaret kirina HDP'iyan nameşe. Di heman demê de malên li navçeyê bi rêzên tên ziyaret kirin û komîsyonên di taxan de hatine avakirin jî beşdarî vê xebatê dibin.   BI SEDAN KES BEŞDARÎ CIVÎNÊN GEL DIBIN    Yek ji xebatên girîng jî civînên gelin. Di civînan de pêvajoya siyasî tê nîqaşkirin û rojevên herî sereke yên civînan jî Efrîn, kongre, pêkanîn cilên yek tîpû û OHAL hene. Di van civînan de polîtîkayên dewletê yên li ser Efrînê tên teşhîrkirin. Berevajî gotinên "HDP nikare kesekê kom bike" salonên civîna gel tije dibin.    Hevparên HDP'ê jî li koçe û malan xebatan didin meşandin. Rêxistinên civaka Sivîl û komeleyê herêmê di çarçoveya kongreyê de xebatan didin meşandin. Di amadekariyên tên kirin de HDP'a Stenbolê plan kiriye ku bi 200 otobusan beşdarî konreya li Enqerê bibin.