Girtiyên hejmariya leşkerî red kirin hatin derbkirin 2018-01-27 09:21:14 AMED - Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, Huseyîn Bîngolê ê tevî 5 hevalên xwe dimîne diyar kir ku ji ber wan hejmariya di nîzama leşkerî de qebûl nekiriye hatine îşkencekirin û paşê ew xistine hucreyan.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, ji ber hejamraiya di nîzama leşkerî de qebûl nekirine girtî hatin îşkencekirin. Nasrettîn Bîngol, bavê Huseyîn Bîngol ê girtî, diyar kir ku kurê wî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandine. Bav Bîngol, got kurê wî xwendekarê Beşa Şêwirmendiya Rehberî û Derûniyê ya Fakulteya Perwerdehî ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê ye û 2 salin girtiye. Bîngol bi lêv kir ku mehek berê kurê wî û 5 hevalên wî ji Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê hatiye kirin. Bîngol diyar kir ku roja Çarşemê kurê wî bi riya telefonê lê geriayye û diyar kiriye ku ew bi zext û zoriyan re rû bi rû ne. Bav Bîngol destnîşan kir ku kurê wî û 5 hevalên wî hejmariya nîzama leşkerî red kirine 11 roj in di hucreyên yekkesî de ne û ji ber vê gumanên wan zêde dibin. Bav Bîngol got ku ji bo alîkariya huqûqî wî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daye.    'HEM ÎŞKENCE KIRIN HEM JÎ 11 ROJIN DI HUCREYAN DE NE'    Bîngol diyar kir ku kurê wî wiha gotiye: "Kurê min got di têketina Girtîgeha Gumuşhaneyê de lêgerîna tazî li wan ferz kirine. Gardiyanên ku hatine qawîşa ku kurê min tevî 5 hevalên xwe lê dimîne, ji wan xwestine ku di nîzama leşkerî de hejmariyê bidin. Kurê min diyar kir ku ji ber wan ew ferzkirin qebûl nekiriye gardiyanan sixêf ji wan re gotine û heqaret û îşkence li wan kirine. Kurê min got ji ber îşkenceyê morayî û reşayî li ser çavên wî û hevaên wî çê bûne. Paşê gardiyanan ew bi erdê ve kaş kirine û wan xistine hucreyên yekkesî. Hucreyên ku lê dimînin zaf sar in û tenê betaniyek dane wan. Ji ber vê her diçe tenduristiya kurê min û hevalên wî xerab dibe. Em nizanin ka wan birine revîrê yan na. Her wiha kurê min got kinc û pirtûkên ku em ji wan re dişînin nadin wan. Ji ber van pêkanînên kêfî û derhuqûqî yên girtîgehê şik û gumanên me hene. Em dixwazin dawî li van pêkanînan bê."    Her wiha Bîngol got kurê wî gotiye wan giliyê îdareya girtîgehê kiriye û bang li raya giştî kiriye ku di vî warî de bi hesasiyet tev bigerin.    Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, rayedarekî girtîgehê yê navê xwe negot diyar kir ku ew nikarin tu agahiyî bidin û divê hûn li dozgerê girtîgehê bigerin.