Şerê li derdora wan dibe sedema tirs û bêhêvîtiyê 2018-01-27 09:20:06 HATAY - Îskenderûnî û parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku ji ber êrîşên li dijî Efrînê û şerê li nêzî wan, êdî der barê pêşerojê de hêviyên wan diçilmisin û li dijî şer xwesteka xwe ya ji bo aştiyê vegotin.  Êrîşên Artêşa Tirk (TSK) ên bi biryara Hikûmeta AKP'ê li hemberî Efrînê destpêkirin di roja 8'an de ye. Welatî û parêzvanên mafên mirovan ên li navçeya Îskenderûn a Hatayê dijîn, bertek nîşanî van êrîşan dan û xwestin demildest dawî li êrîşan bê. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk diyar kir ku ew gelê Hatayê tu carî şer naxwazin û herî zêde operasyona li dijî Efrînê bandorê li gelên Hatayê dike û gel ji ber liv û tevgera leşkerî ya li bajêr nerihet e.    ‘PÊDIVIYA ROJHILATA NAVÎN BI AŞTIYÊ HEYE'    Selçûk diyar kir ku mirov bi şeran tên xizankirin û wiha got: "Her çi qas nîşan bidin û bêjin mirov vî şerî destek dikin jî, lê her kes li mala xwe diqilqile. Bi taybetî jî li gundên li ser sînor, kesên nasnameya wan nediyar digerin û ev dibe cihê guman û tirsê." Selçûk destnîşan kir ku pêdiviya Rojhilata Navîn bi aştiyê heye û divê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin.    ‘ŞER RÊ LI BER TIRS Û BÊHÊVÎTIYÊ VEDIKE'    Welatiyê bi navê Dogan Bozkûrt jî destnîşan kir ku li dijî oeprasyona li hemberî Efrînê ew li hêla aştiyê cih digirin. Bozkûrt bi lêv kir ku şer tirs û bêhêvîtiyê li mirovan peyda dike. Bozkûrt destnîşan kir ku Efrîn ne bajareke ku tenê kurd lê dijîn, gelek reng û dengên cuda lê dijîn. Bozkûrt anî ziman ku divê li dijî van êrîşan hemû parêzvanên mafên mirovan û welat doza aştiyê bike.    'EFRÎN GEL E'    Welatiyê bi navê Abîdîn Bakir jî bi bîr xist ku şer tenê dibe sedema êş û mirinan û ew li dijî oeprasyona ku li Efrînê dibe sedema mirina sivîlan ne. Bakir diyar kir ku berxwedana li Efrînê berxwedan gel a li dijî zilmê ye. Bakir got ji ber hemû partî di warê operasyona li dijî Efrînê de bûne yek civak bêdeng bûye û wiha domand: "Lê piştî demekê dê ev bêdengî xera bibe. Efrîn azadî ye. Bila kes nefikire, Efrîn ne xakeke din e. Efrîn gel e. Endîşeya li xaka Efrînê sîrayetî gelên vir jî dike. Li vir gumana me ya herî mezin, der barê pêşerojê de ye ku dê ev şer rê li ber çi vebike. Tekane daxwaza me ne şer, aştî ye."