Ne îstismarkar, lê kesê giliyê îstismarê kir ji kar hat avêtin 2018-01-27 09:10:56 ÎZMÎR - Hat derpêşkirin ku li kafeyeke bi navê K.K. a di bin banê ÎZBAŞ'ê tê xebitandin de, bi ciwanekî down sendromê fîlmekî bi naveroka xwe zayendiyî hatiye temaşekirin û paşê hatiye îstismarkirin. Ji ber D.Î. ev kirin gilî kirin, fîrma jê re gotiye "jixwe meyla ciwanên down sendromî ji bo van tiştan heye û tu îtibara fîrmayê xera dikî" û wî ji kar avêtiye.  Li Îzmîrê, hat îdiakirin ku li parkeke bi navê K.K. ya di bin banê ÎZBAŞ'ê de tê xebitandin û li Buyukparka Şaredariya Bornovayê ye, bi ciwanê bi navê F.D. yê down sendromê fîlmekî bi naveroka xwe zayendî ye hatiye temaşekirin û paşê ciwanê down sendromî hatiye îstismarkirin. Taybetmedniyeke vê parkê jî ew e ku di 3'yê Kanûna 2015'an de ji bo ciwanên down sendromê tev li jiyana civakî bibin hatiye vekirin û Kafeya +1 Down lê ye. Kafeya ku ciwanên down sendromî lê dixebitin û kafeya K.K. li heman qadê ne. D.Î. dema hay ji rewşê çê dibe, rewşê radigihîne xeta îxbarê ya WhatsApp'ê ya fîrmayê. Lê belê hat derpêşkirin ku bi hinceta "îtibara şaredariyê xera kiriye" D.Î. ji kar hatiye avêtin.    D.Î. tiştên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. D.Î. diyar kir ku F.D.'ê ciwanê down sendromî îstismar kiriye hîn jî li kafeyê dixebite û ew ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne û der barê fîrmayê û F.D. de ew ê serî li riyên huqûqî bide. D.Î. got ew xwendekar e û bi awayekî part-time li kafeyê dixebitî. D.Î. diyar kir ku berê jî ew li kafeyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû maya û wan bi riya xeta îxbarê ya WhatsApp'ê ya fîrmayê ragihandiye.    RÊVEBERIYA ÎZBAŞÊ PARÊZIYEKE SKANDAL KIR    D.İ., diyar kir ku dema F.D. li hundurê kafeyê hin tişt bi ciwanên down sendromî didan temaşekirin, wî gotinên F.D. ên "kurê min niha na paşê" bihîstiye û li ser vê wî meraq kiriye û nêzî wan bûye û dema nêz bûye ku fîlmekî navaroka wê zayendî bi ciwanê down sendromî dida temaşekirin. D.Î. got tiştên ku wî dîtine bi riya xeta îxbarê ragihandiye û wiha domand: "Min nivîsand ev îstismar e, divê demildest rê li ber bê girtin. Paşê piştî çend rojan şûn de rêveberiya ÎZBAŞ'ê gazî min kir û rêveberekî hevdîtin bi min re çê kir. Destpêkê ji bo vî ciwanê dowan sendromî ji min re gotin 'jixwe meyla wî ji bo tiştên wisa heye'. Min jî got ya ku kesên din jî kiriye îstismar e. Lê li hemberî wê xwe li nedîtinê danîn."    KESÊ ÎXBAR KIR JI KAR HAT AVÊTIN    D.Î. got ji bo der barê bûyerê de lêpirsîn bê destpêkirin ew bi ser fîrmayê de çûye û di koma WhatsApp'ê de tim nivîsandiye. D.Î. diyar kir ku hin xebatkar çûne rêveberiya fîrmayê û gotine "vî kesî asteng bikin bila di xeta îxbarê de nenivîsîne".  D.Î. got ku paşê ew ji kar hatiye avêtin û wiha got: "Dema min sedema avêtina kar pirsî gotin 'bi peyamên ku tu dinivîsînî tu îtibara fîrmayê xera dikî.' Ji ber têkiliya wan û F.D. saxlem e der barê wî de tiştekî nakin. Xwe li nedîtinê datînin."    D.İ., diyar kir ku ew ê der barê bûyerê de serî li Serdozgeriya Komarê bide.    Têkildarî îdiayan em li ÎZBAŞ'ê geriyan, lê belê hat diyarkirin ku rayedarekî ku bersiva van îdiayan bide tune ye.    MA / Ruken Demir