'Ji bo kesên Suleyman Şah veguhastin kulmek ax pir tê dîtin' 2018-01-27 09:09:45 STENBOL - Huseyin Avras, birayê Mehmet Sabrî Avras ê ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, got bihostek ax ji bo kesên di dema veguhastina Tirbeya Suleyman Şah a li Kobaniyê ye alîkarî dan pir tê dîtin.  Li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê 267 cenaze hatibûn derxistin. Hîn jî cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê tên sekinandin. Ji bo wergirtina cenazeyan hewldanên malbat û parêzeran didomin. Her wiha malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin serî li dozgeriyê dan, hîn jî nehatine bersivandin. Yek ji kesên ku li Goristana Xerzanê cenazeyê wî hat derxistin jî Mehmet Sabrî Avras e. Birayê wî Huseyîn Avras, diyar kir ku dema kekê wî ji ber nerihetiya dil di sala 1992'yan de hatiye Stenbolê hatiye binçavkirin û îşkence lê kirin. Avras, got piştî gund hatin valakirin wan koçî Stenbolê kiriye, lê belê kekê wî Mehmet Sabrî Avras li gund maye û ji ber avêtinên ser gund kekê wî hew îdare kiriye û tev li PKK'ê bûye.    'KULMEK AX PIR TÊ DÎTIN'    Avras bertek nîşanî derxistina 267 cenazeyan da û got êdî dewlet kulmek ax jî ji bo zarokên xwe pir dibîne. Avras diyar kir ku îro dema mirov ji Colemergê heta Edîrneyê diçe ruhseta tu goristanê jî tune ye û wiha got: "Heke ruhsetek jî hebe bila gorên zarokên me birûxînin. Lê ev jî nîşan dide ku dewlet êrîşî nirxên gelê xwe dike. Em vê yekê wek êrîşeke li dijî zarokên xwe pênase dikin."    Avras, destnîşan kir ku dema DAIŞ'ê êrîşî Kobaniyê kiriye ji bo Tirba Suleyman Şah Tirkiye rabûye ser piyan û wiha domand: "Gotin Tirba Suleyman Şah xeta me ya sor e. Civakê din jî bi heman hesasiyetê nêzî cenazeyên xwe dibin. Yanî ji bo kesên di veguhastina kalikê te de alîkarî dan, tu kulmek ax pir dibînî."    ‘EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN'    Avras, balê kişand ser daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ku ji bo goristana hat rûxandin got "gora bêruhset" û ev tişt gotin: "Ma dewlet ne dewleta 2015, 2016'an ne? Dewleta ku li wir destûra evqas cenaze da, çima niha destûra cenazyên welatiyên xwe nade." Avras bi lêv kir ku tekane xwesteka wan ew e ku hestiyên zarokên xwe wergirin û defin bikin û got goristan xeta wan a sor e. Avras diyar kir ku nêzî 2 hefte berê wan ji bo DNA'yê nimûne daye Saziya Tiba Edlî, lê belê hîn wan tu salox nestendiye.