Şêwra Yekîtiya Kurd berxwedana Efrînê silav kirin 2018-01-26 16:08:42 SILÊMANÎ - Partiyên Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ku peyam û pêşniyarên xwe yên der barê prensîbên yekîtiya netewî ya Kurd de pêşkêş kirin di destpêka peyamên xwede berxwedana Efrînê slav kirin û êrîşên şerê Tirkiye yên li dijî Efrinê şermezar kirin.  Şêwra Yekîtiya Netewî ya Başûrê Kurdistanê ku li bajarê Silêmanî destpê kir, didome. Beşdar û hevparên şêşrê di şêwirê de bal kişandin ser berxwedana Efrînê û pêwîstiya bi yekîtiya netewî ya li dijî êrîşên dagirkeran.   Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir peyama Tevgera Azadî xwend. Şîlan Şakir di destpêka peyamê de Berxwedana Serdemê ya Efrînê slav kir û êrîşên Tirkiye şermezar kir. Şakir rexne li PDK kir ku her carê bi bahaneyeke cûda beşdarî xebatên ji bo yekîtiya netewî nabe û wiha got: “Divê em li vir siyaseta ne demokratîk a li Başûrê Kurdistanê ku bûye sedema ji dest dana destkeftiyan, pirsgirêka Kerkûk û pêwendiyên li gel Hikûmeta Navendî ya Iraqê nıqaş bikin.” Şîlan bal kişand ser qeyranên li Başûrê Kurdistanê û van pêşniyaran pêşkêşê Şêwra Netewî ya Başûr kir: “Pêwîstiya me bi mûxalefeteke rasteqîne heye. Eger em niha rexne li hinek partiyan dikin ji ber nebûna demokrasiyê ye. Em weke Tevgera Azadî pêwîstî dibînin ku pirgirêka Kerkûk, pirsgirêkên bi Hikûmeta Federal a Iraq û meşandina siyaseteke demokratîk li Başûrê Kurdistanê wê çawa pêk were li vir were destgirtin û pêşniyarên berbiçav derkeve holê. Lê, ya herî girîng jî li Başûr pêwîstiya me bi mûxalefeteke hevpar a rasteqîne heye.   ‘YA GIRÎNG PEKANÎNÊN BIRYARAN IN'   Li ser navê Hizba Demokrata Kurdistana-Îran (HDK-Î) Tahîr Ezîzî jî peyama partiya xwe pêşkêş kir û got: “Gelek prensîp û pêşniyarên baş hatin pêşkêşkirin lê, ya girîng pêkanîna vêyaye. Her wiha divê Divê pêwendiyên partî yanjî parçeyeke Kurdistanê yên li gel Îran û Tirkiyê ne  bese sedem ku zirerê bide parçeyekî din yê Kurdistanê.”   Bekîr Sedîq Nûnerê Berhem Salih yê Hevpeymana Demokrasî û Dadperweriyê jî peyama xwe pêşkêş kir û di destpêka peyama xwede berxwedana Efrînê slav kir. Sedîq pêkanîna referandûma Başûrê Kurdistanê weke biryareke ne berpirsyarane bi nav kir û got: “ Divê em li vir ew biryara ne berpirsyarane ya referandûmê, radestkirina Kerkûk nîqaş bikin. Eger bixwazî dewletek ava bikî, divê destûreke te hebe. Lê, hêjî ji ber desthilat hizbayetiyê tişteke wisa li Başûr çênebûye. Her wiha em pêşniyar dikin jî prensîbeke din li reşnivîsa prensîbên yekîtiya netewî were zêde kirin ew jî ev be ku her êrîşek li ser parçeyeke Kurdistanê çêbibe, weke li dijî hemû Kurdistanê pêk hatiye were dest girtin û li gorî wê jî were tevger kirin.”   ‘EM ŞERÊ BIRAKUJIYÊ HERAM BIKIN'   Rêveberê  Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê Şaxewan Xalid jî peyama partiya xwe xwend û berxwedana Efrînê slav kir û got: “Her dema ku em yekgirtîbin emê serkeftî bin, kengê em parçeyîbin em bin dikevin. Divê em destkeftiyên xwe bixwe biparêzin. Pêwîste şerê Birakujî di prensîban de were destnîşankirin û heram kirin. Divê ragihandina me ya netewî hebe. Em pêwîst dibînin ku di NY de weke netewa Kurd nûnerên me jî hebe."    ‘Divê şêwr dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar bike’   Endamê Mekteba siyasî ya Zehmetkêşana Kurdistanê Bêkes Qadir jî di destpêka axaftina xwede îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê kir û pêşniyar ji şêwrê kir ku bi awayeke hevbeş ev êrîşên dagirkeriyê şermezar bikin. Qadir di berdewama axaftina xwede wiha got: “ Divê ev Şêwra Netewî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar bike, berxwedana Efrînê slav bike û bang li Civaka Navnetewî were kirin ku bikeve tevgerê.    ‘PÊWISTÎ BÊTIR BI YEKÎTIYÊ HEYE'   Başûrê Kurdistanê ji hemû parçeyên din zêdetir pêwîstiya xwe bi yekîtiya Netewî ya Kurd heye. Ev şêwr dikare were firehtir kirin. Li Başûrê Kurdistanê qeyrana siyasî û aborî heye. Divê şêwra netewî pêşniyarên xwe ji bo çareseriya van pirsgirêkan pêşkêş bike. ‘Divê dagirkeriya hêzên derve li ser Kurdistanê were qedexe kirin’   Endamê Komîteya Navendî Hizbî Komînîstî Kurdistanî Îran Hesen Rehman Pena jî axivî û diyar kir ku divê pirgirêka Kerkûk û her wiha bajarê Kirmaşan û Urmiye ku gelek bawerî û neteweyên cûda di têde hene jî bi fikreke demokratîk were çareser kirin û wiha pêde çû: “Mîna pirsgirêka Kerkûkê Kirmaşan û Urmiye ya Rojhilatê Kurdistan jî heye. Divê em bi fikreke hevpar û têgiştineke wekhev a demokratîk li netewe û baweriyên Kurdistanê temaşe bikin û li gorî wê siyasetekî diyar bikin. Divê dagirkeriya hêzên derve li ser Kurdistanê were qedexe kirin û pêwîste em piştgiriyê bidin têkoşîna li Efrîn û Rojhilatê Kurdistanê.”   GORAN    Berdevkê Goran Şoreş Hacî  jî peyama Goran xwend û hinek pêşniyar pêşkêş kir û got: “Divê navenda Dîplomasiya Kurdistanê were avakirin û ev weke biryarek ji vir derkeve. Her wiha televîzyoneke KNK’ê jî pêwîstiyeke ji bo avakirina yekîtiya netewî ya demokratîk a Kurd.”   YNK   Berpirsê Navenda YNK’ê li Silêmanî Letîf Şêx Omer peyama YNK’ê xwend û ji bo çareseriya pirsgirêkên netewî û pirsgirêka Kurd jî van pêşniyaran kir: “Du zêhniyet li vir heye. Yek dixwaze bi navê netewe hemû pirsgirêkan bide aliyekî û ji nedîtîve were. Ya din jî dixwazin dibin navê pirsgirêkan de pirsgirêka netewî paşçav bike. Rêya sêyem pêwîste. Ev jî bi rêya demokrasî danîna hîmê neteweyiye.”   PJAK   Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)  Zîlan Vejîn jî weke partiyeke Rojhilatê Kurdistanê peyama xwe pêşkêş kir û got: “ Kurdistan her timî bûye armanca êrîşên hêzên dagirker. Ji lewma me nekariye sîstema xwe û jiyan xwe bi awayeke aram rêxistin bikin, her timî di rewşeke berxwedanê de bûne. Ji ber Kurd yek nebûne hêzên dagirker her timî ji vê parçebûnê sûdwergirtinêye. Kurd nekarîne heya niha hêza xwe bikin yek û dawî li dagirkeriyan bîne.”