Baroya Amedê: Edaleta deng mayî ne edalete 2018-01-26 15:30:07   AMED  - Baroya Amedê di çalakiya ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin ya vê hefteyê de xwest Edalet cihê xwe bibîne û got: "Edaleta dereng mayî ne edalete."      Baroya Amedê, ji bo kujerên Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin, di hefteya 111’emîn de li ber Edliya Amedê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Em te jî bîr nakin” ku wêneyê Elçî li ser heye vekirin. Parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê parêzeran Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaş Buluttekîn axivî.  Buluttekîn, diyar kir ku 26 mehin bi vînek mezin daxwaza xwe ya edaletê tînin ziman û wiha got: "Lê hîna li ser navê edaletê tiştekê ku em têr bike û pêşketinek ber biçav nehatiye kirin. Buluttekîn bersiv da daxuyaniya 'çi wextê dibe bila bibe emê lêpirsîna Elçî bi encam bikin' a  Serdozgeriya Komarê ya Amedê û wiha bilêv kir: "Di hefteya bûrî de ji bo cînayeta Elçî hin daxuyanî hatin dayîn. Yek ji van jî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Amedê bû. Divê Serdozgeriya Komarê ya Amedê demildest vê gotina xwe bîne cih û şênber bike. Hîna derbarê lêpirsîna cînayeta Tahir Elçî de tu pêşketin çênebûye  û edaleta dereng mayî jî ne edalete."      Buluttekîn, da zanîn ku ji bo ronîkirina cînayetê ew dixwazin beşdarî hemû xebatan bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heya cînayet bê ronîkirin emê xebatên xwe bidin meşandin.  Daxuyanî piştî 5 deqe rûniştinê bi dawî bû.