Hevserokê HDP’ê yê Dêrgulê binçav kirin 2018-01-26 15:23:29 ŞIRNEX - Leşkeran li bajaroka Dêrgûlê di serdegirtina malan de  Hevserokê HDP’ê yê bajarokê Ekrem Guler binçav kirin.  Leşkeran li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê bi ser mala Hevşaredar Ozlem Kutlu, Hevserokê HDP’ê Ekrem Guler, hevserokên DBP’ê Azya Durak û Dursun Çakir de girtin. Piştî lêgerînan Hevserokê HDP’ê Ekrem Guler binçav kirin. Derbarê siyasetmedarên din de jî hat zanîn ku biryara binçavkirinê he ye. Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê di 24’ê Çileyê de di serdegirtina avahiyên DBP’ê û HDP’ê de Hevserokê HDP’ê Şehmus Sîdar û Hevserokê DBP’ê Sadun Sezer hatibûn binçavkirin. Her du kes jî piştî îfadeyan hatibûn berdan.