Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz: Êdî kurdan wakî astengî li pêş xwe nebînin 2018-01-26 14:58:17 STENBOL - Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz, ji hikûmetê xwest ku êdî kurdan wekî "pirsgirêka bekayê" nebînin û ji kurdan jî xwestin ku li çar perçeyan bibin yek.  Saziyen Sîvîl a Aştîxwaz, ji bo operasyona li dijî Efrîn li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civîna capemeniyê pêk anin. Li salona ÎHD'ê pankarta "Şer ne çareserî ye. Şer bêçaerserî û kaos e." vekirin. Nûnerên gelek saziyên demokratîk amade bûn. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ên Tirkiye Abdulhakim Daş, diyar kir ku bi qasî nifûsa Efrînê ji bajarên derdorê jî bi qasî nifûsa Efrînê hatine li vir bi cih bûne û li Efrînê li dijî DAIŞ, El Nusra û Rejimê ewlehi û aramî hatiye avakirin. Daş, anî ziman ku di nava dojeha li Sûriye de Efrîn wekî bihişta gelan e û wiha got: "Efrîn ji bo gelên li koçber bûne bûye wekî grava aramî û ewlehiyê."    Daş, anî ziman ku ji ber polîtikayên tundiyê xerakirin, talankirin wêrankirin û mirin zêde dibe û wiha got: "Ji bilî çareseriya aştiyane rêyên çareseriyê tune ye. Divê dest ji gotina "kurd dibin xwedî stadu û li pêş bekaya me asteng e" berdin. Kurd di nava dojeha Rojhilata Navîn û şert u mercên ew qas zor de dixwazin bibin statu û xwe bi xwe rêve bibin. Divê statuya kurdan ji bo Tirkiye nebe pirsgirêk û asteng."     'CÎHANÊ PAŞTA XWE DA NIRXÊN MIROVAHIYÊ'   Daş, destnîşan kir ku tevî heta niha qet ji milê Efrînê tu êriş pêk nehatibû jî dîsa êrişî Efrînê kirin û wiha got: "Operasoyna Efrînê xizmeta Tirkiye û tu kesî nake. Kesên li dijî êrîşan bêdeng pişta xwe daye nirxên mirovahiyê. Cîhanê pişta xwe daye nirxên mirovahiyê. Em wekî Saziyên Sîvîl A Aştixwaz bang dikin û dibêjin:    * Divê kurd yekîtiya xwe li gorî pîvanên netewaya yekîtiya kurd pêk bînin. Ger ku kurdan yekîtiya xwe pêk anibûya îro Kerkuk heremên din nedihat binpêkirin. Dîsa îro li dijî Efrîrê operasyon nedihat destpêkirin.   * Divê her perçe teqez yekîtiya xwe ava bikin. Divê bi hêzên demokratîk ên li welatê xwe re demokratîkbûnê xurt bikin.    * Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe yên kaosê li Rojhilata Navîn pêş dixe berde. Divê pirsgirêkên navxweyî û derve bi riya diyalogê çareser bike.    * Divê dest ji vê operasyona ku li dijî berjewendiyê gelan e berdin.    * Divê OHAL û KHK yên li pêş demokratîkbûna Tirkiye asteng e bi dawî bikin.b    * Qîmeta dide çareseriya Filistinê divê bide pirsgirêka kurd jî.    * Divê hemû beşên kurd, tirk û yên ku aştî, demokrasî û mafên mirovan diparêzin divê li dijî vê operasyonê derkevin.    * Divê teşkîlata Yekîtiya ÎSlam, Rûsya NY, YE, DYA û NATO divê bi lezgîn bibin înîsiyatif û dawî li vî şerî bînin.    * Divê tirkiye çareseriya pirsgirêkan ne bi operasyonên li dervê sînor û leşkerî divê bi riya diyalog û li nava xwe çareser bike. Divê bi riya diyalog, aştî û muzakereyan çraeser bike.