Lêpirsîn li parastinê vekirin 2018-01-26 14:55:54 MÊRDÎN - Yekemîn danişîna 50 kesên di qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de ji bajêr hatin derxistin û girtin, bi dawî bû. Dadgehê bi hinceta "Pesnê sûc û sûcdar dane" li girtiyên di parastina xwe de rêveberên xweser parastin, biryara lêpirsînek nû veke, da.   76 welatî di qedexeyên derketina derve ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê de di 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn derxitin. Piştre bi 19 sûcdariyên cûda 17 jê zarok 67 kes hatin girtin. 17 zarokên girtî piştî 19 mehan di 9’ê Çileyê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, derketin pêşberî dadger. Danişîna yekem a 50 kesan di 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê de hat dîn. Danişîna dozê di roja 9'emîn de bi dawî bû. Doz li beşek avahiya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) hat dîtin. Ji her malbatekê kesek girtin hûndirê dadgehê. Endamên çapemeniyê yên xwestin danişînê bişopînin bi hinceta "Karta çapemeniyê ya zer tune ye" negirtin hundir.     GIRTIYAN RÊVEBERIYÊN XWESER PARASTIN   Di danişînê de, hin girtiyan îfade dayîn red kirin û gelek ji wan jî li ser mijarên cûda parastin kirin. Girtiyan bal kişandin ser îşkenceyên li wan hatin kirin û xwedî li "Modela Xweser a Demokratîk" û rêveberiyên xweser ên li bajêr hat îlankirin derketin. Girtiyan, diyar kirin ku ew ne poşmanin û pênaseya xweseriya demokratîk weke formûla jiyana bihevre kirin.     ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIRIN   Girtiyan, êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) ên li ser Kantona Efrînê jî şermezar kirin û duh ji parêzerên xwe re gotin ku polîsê îşkece li wan kirî di salona dadgehê de amedeye û ev yek ji şandeya dadgehê re ragihandin. Li ser vê yekê polîs salon terk kir û dadgehê serlêdana parêzeran a  ji bo teşhîskirina polîsê îşkecekar red kir.    LÊPIRSÎNEK DIN DERBARÊ GIRTIYAN DE VEKIRIN    Hemû daxwazên parêzeran ên duh di danişînê de kirin, hema bejê hemû hatin redkirin. Dozger biryara domandina girtina girtiyan da û şandeya dadgehê jî ev biryar erê kir.     Şandeyê, ji bo Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê derbarê polîsên îşkence kirin de, lêpirsînê bide destpêkirin, nivîs nivîsand. Şandeyê derbarê girtiyan de jî, bi hinceta di parastina xwe de heqaret û gotinên sûc bikar anîn de bi îdîaya "Sûc û sûcdar parastine" biyara lêpirsînek cûda veke da.    Dadgehê biryara domandina girtina 50 girtiyan da û doz taloqî 16'ê Nîsanê kir. Dadgehê bi hinceta girtekên danişînê ne amadene, nedan parêzeran.