Operasyona Erfînê: 8 kes binçav kirin, kesek girtin 2018-01-26 13:48:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona li Stenbol, Enqere û Îzmîrê de Serokê Partiya Şoreşger ê Stenbolê Alî Emre Ecer jî di nav de 8 kes binçav kirin. Li Balikesîrê kesek girtin. Li Stenbolê li dijî endamên Partiya Şereşgerên Hevgirtî operasyon dan destpêkirin û 5 kes binçav kirin. Di saetên şevê de li Stenbol û Îzmîrê di serdagirtinên malan de Serokê Partiya Şoreşger Alî Emre Ecer, endamê Meclisa Partiyê Mehmet Yozcu, endamên partiyê Yasîn Yildiz, Bîrhat Avci û Ulaş Bedrî Çelîk binçav kirin. Kesên binçav kirin birin Miduryeta Stenbolê.   'EMÊ ÇONG NEŞIKÎNIN'   Daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî yê partiyê hat dayîn, binçavkirin ji ber bertekên li dijî operasyona Efrînê ye û ev tişt gotin: "Di roja destpêkê heta niha partiya me li dijî dagirkeriya Efrînê bertekên xwe da nîşan, dirûşmên li dijî şer anî ziman. Fermana binçavkirin û girtinan, raste rast Qesrê daye."   LI BALIKESÎRÊ 3 KES HATIN GIRTIN   Li Balikesîrê berdevkê Platforma Tabîbên Ayvalikê û endamê HDP'ê Şukru Kaygisiz hat binçavkirin. Piştî kar û barên li emyetê, sewqî dadgehê kirin û bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "Li ser medyaya civakî li dijî Tevgera Çiqla Zeytûnê derketiye" hat girtin."   Dîsa Hevseroka HDP'a Balikesîrê Bahîse Pîrîm û endamên HDP'ê Burhan Kul, Murant Sayiner, Hasan Arican, Kadriye Gumuştaş, Cumalî Firatoglu, Kenan Kiliç û Erkan Yildirim piştî kar û barên li Şaxa TEM'ê ya Balikesîrê, ew şandin Edliyeya Balikesîrê. Kenan Kiliç û Erkan Yildirim bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin, kesên din bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.   LI ENQEREYÊ 3 KES BINÇAV KIRIN   Li Enqereyê 3 kes bi îdiaya li ser medyaya civakî parvekirin kirine hatin binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala xwendevanên Kaldiraçê de girtin û bi îdiaya "Li dijî makeqanûnê çalakî kirine" hatin binçavkirin.   Kesên binçav kirin navên wan wiha ne: “Şengul Erer, Anil Yeşîltepe û Ekîn Erdem Evliya.”