Gelê Efrînê: Mîna dara zeytûnê em bûne yek 2018-01-26 13:40:42 EFRÎN - Gelê Efrînê bû yek beden û li dijî êrîşên "Tevgera Şaxa Zeytûnê" ya TSK'ê li ser Efrînê başdarî parastina bajar bûn. Gelê xwe diparêze gotin "Em mîna dara zeytûnê bûne yek." Şerê ku TSK û OSO bi fermana hikûmeta AKP'ê bi tevlêbûna hezaran leşker li dijî gelê Efrînê daye destpêkirin di roja 7'emîn de berdewam kir. TSK'ê ligel êrîşên xwe yên hewayî û bejahî yên dijwar ên li ser navçeyên Cindirês, Şera, Reco, Bilbilê û Şêrewa yên Kantonê, hîna jî tu gav pêşde neçûne.     Gelê bajêr li dijî operasyona "Şaxê Zeytûnê" ku rastî êrîşan tên, navê parastina xwe kirin "Dara Zeytûnê." Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî, pênaseya "Berxwedana Sedsalê" li têkoşîna li dijî êrîşan tê dayîn bar kirin.  Efrîn di dema Rejîmê de navçeya bajarê Helepê ya Sûriyeyê bû. Piştî şoreşa 12'ê Tîrmehê ya li Rojava li Efrînê xweserî hat avakirin û dûrî weke Kanton hat îlankirin.    HERÊMA EFRÎNÊ    Piştî îlan kirina Kantonê, Efrîn ku ji 7 navçeyan û 365 gundan ava bû, navçeyên wê Cindirês, Reco, Bilbilê, Şera, Şêrewa, Şiyê ve Mabata bûn. Berî du salan pergala xweseriya demokratîk hat betalkirin û li şûna wê federasyon hat avakirin û herêma Bakurê Sûriyeyê mîna sê herêman û çar kantona ji hev hat veqetandin.  Yek ji van sê herêman Efrîn hat diyarkirin û Efrîn jî dinava xwe de weke sê herêmên Efrîn, Cindirêz û Reco tên zanîn.    Li aliyê bakure Efrînê Kîlîs, rojavayê wê Hatay, rojhilatê wê Ezaz, başûrê rojava Îdlîp û başûrê jî Helep dimîn in. Di navbera wê û Kobanê de bajarên Cerablus, Bab û Ezaz cih digirin. Efrîn li gorî kanton û herêmên Bakurê Sûriyeyê belavtire û bi çiyayên xwe jî pir baş tê naskirin.  Çiyayên Kurmênc û Amanos heya Efrînê dirêj dibin û bi çiyayê Lêlun jî herî zêde tê naskirin.    KÎ LÊ DIJÎN    Gelên Erep, Tirkmen, Êzidî, Elewî û kurd li Efrînê dijin û nifûsa wê jî derdora 700 hezar kese. Ji ber pevçûnên heyî gelek koçberên Hama, Humus, Helep, Îdlîb û Şamê vehewandin nava xwe. Ji ber vê yekê niha nifûsa wê gehiştiye 1 mîlyonê. Efrîn ji şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an ve dibin dorpêçê deye û ji ber dorpêça heyî, ligel ambargaoyê jî gel karî jiyanek hevpar ava bikin.    MÎNA BAXÇEYÊ HEVPAR Ê GELANE   Ev 6 salin li Efrînê jiyanek hevpar hatiye avakirin. Efrîn xwedî erdnigariyek çandiniyê ya dewlemende û mîna cih û warê zeytûnan tê zanîn. Li Efrînê nêzî 20 mîlyon darên zeytûnan hene. Gelê Efrînê ku 6 salin mîna dara zeytûnê bûyîn yek li dijî polîtîkayên ambargoyê tim serî hildan.    DESTPÊKÊ ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ KIRIN   Di şerê navxwe yî yê Sûriyeyê de, destpêkê Tugaya Sultan Murat ku yek ji wan koman bû ku dewleta tirk piştgirî didayê, komên Eniya Şam û Lîva Tevhîd êrîş kirin. Ji wê roja û vir Efrînê tim êrîş û dagirkeriyên li ser xwe vale derxistin. Ji ber ku hemû komên dewlelat tirk piştgirî didanê bi serneketin, vê qadên sivîlan bombebaran dike.    ‘LI DIJÎ ŞAXA ZEYTÛNÊ 'DARA ZEYTÛNÊ'   Gelê Efrînê ligel hemû êrîş û dagirkirinan karî li ser piyên xwe bimîne û mîna dara zeytûnê rehên xwe belav kirin û bi hev ve hatin girêdan. Gelê Efrînê di kolanan de, cade û taxên bajêr de jiyana xwe didomîn in û hemû derewên çapemeniya tirk ên wekî "Ji Efrînê koçberî destpêkir" vale derdixin û dest ji bajarê xwe bernadin. Gel li dijî hemû êrîjan li kêleka parazvanên bajêr erk girtine.     'EZ MALA XWE TERK NAKIM'   Mehmud Xelîl Abbas (50) ê eslê xwe Erep ligel êrîşan mala xwe terk nake, diyar kir ku ew welatê xwe diparêze û wiha axivî: "Bi malbata xwe re em li dijî êrîşan li ber xwe didin. 4 kurê min dinava hêzên QSD'ê dene. Ew jî li dijî êrîşan şer dikin. Ligel ku mala me gelek caran bû hedefa êrîşan jî lê me dîsan terk nekir. Emê axa xwe ji wan re nehêlin. Bila hemû kes vê baş zanibe."   'EM BI HEVRE LI BER XWE DIDIN'   Îbrahîm Mihemed (35) ê li navçeya Cindirêz ku balafiran bombebaran kirin dijî jî, diyar kir ku hemû gelên li kantonê dijîn bi hevre li ber xwe didin û wiha got: "Em bajar, gund û malên xwe diparêzin. Emê nehêlin ku dewleta tirk derbas bibe."   'MIN EV ZILM LI ÎDLÎBÊ DÎT'   Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Fatma Abdullah ku eslê xwe ji Îdlîbê ye, da zanîn ku ji zilma dewleta tirk ji Îdlîbê koçî Efrînê kir û wiha axivî: "Min ev zilm berê jî li Îdlîbê dît. Bi êrîşan dixwazin bajarên me wêran bikin û ji holê rabikin. Emê li dijî wan li ber xwe bidin."   MA/ Nazim Daşdan