Rojnameger Salaz: Ev şer dê statduya kurdan diyar bike 2018-01-26 13:15:02 ENQERE - Rojnameger Necmettin Salaz, diyar kir ku hêzên navneteweyî pergala demokratîk ku kurd dixwazin ava bikin ji bo xwe wekî talûke dibînin û wiha got: "Tirkiye li dijî pergala demokratîk ji qada navneteweyî piştgiriyê distîne. Ev şer ji bo kurd bibin xwedî statu şerê dawî ye." Rojnameger Necmetin Salaz, ku têkoşîna kurdan û geşedanên li Rojhilata navîn ji nêzîk ve dişopîne, der barê êrîşên li ser Efrînê û geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Salaz, diyar kur ku di bin êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê de gelek armancên Tirkiye hene û wiha got: "Di bin êrîşa li dijî Efrînê de sedema AKP’ê dijberiya kurdan e. “Erdogan bi salan xwest li Bakure Sûriye modelek wekî Başûrê Kurdistanê bê avakirin û xwe ji Sûriye biqedîne. AKP her dem xwest hebûnek nêzî wê û grêdayî wê bê avakirin. Xwest ji Esad dûr be û di qada bazarê de girêdayî wê be. AKP'ê ji bo li Sûriye Konseya Neteweya Kurda a Sûriye bibe hêz û ji bo vê yekê ked da.  Lê ji ber ku daxwaza gelê Rojava ne ev bû hemû projeyên Erdogan bi avê de çûn. Daxwaza gelê Rojava cîhanek azad û rejîma demokratîk bû. Gelê Rojava proje û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe kirin rêber. Ji ber vê yekê AKP-MHP pir ji vê yekê bêzar bûn. Ji ber ku di vê cîhanê de dagirkerî, metîngerî û koletî tune bû. Li vir koletî, talankirin û wêrankirina xwezayê tune bû. "    KURD BÛN HÊZ    Salaz, anî ziman ku piştî kurd di cîhanê de bûn xwedî hêz û têkiliyên wan ên navneteweyî xurt bûn, bûn xwedî çekên giran û pêşketî. Piştî hêza kurdan di qada leşkerî û çekdan de zêde bû hêzên navneteweyî û Tirkiye ketin nava tirsa ku Kurd xwe bigînin Derya Spî. Bûn xwedî tirs ku kurd bibin xwedî petrol û gaz. Ji ber vê yekê berî her tiştî xwestin Efrînê vala bikin û herî dawî di 20'ê Çile de êrîşî efrînê kirin. Xwestin koçberî pêk bê. Xwestin çeteyên li Tirkiye li vir bi cih bikin."    TIRKIYE JI BO ROJAVA BAZAREK GRÎNG E    Salaz, bal kişand ser piştgiriya hêzên navneteweyî ku didin Tirkiye û wiha got: "Hêzên navneteweyî ku ji bo Efrînê piştgiriyê didin Tirkiye ji bo berjewendiyên aborî nêzîkî Tirkiye dibin. Nifûsa Tirkiye 80 milyon e. Ev ji bo welatên Rojava qadek girîng a pazarê ye. Niha DYA bi milyon dolaran çekan difiroşe Tirkiye. Tangên Leopard ji  Almanya distînin. Di bangayên Alman de bi milyaran Euroluk pere hene. Arteşa Tirk bi Fransa re hevpar maşine hildiberîne. MÎT'ê li Fransa cînayet kirin. Ji ber vê têkiliyê destûr nade cînayet ronî bibe. Di demek nêzîk de porjeya Mavi akim û fuzeyên S-400 û bazara firengan Rûsya jî tev li vê bazarê bû."    HEBÛNA KURDAN WAN BÊZAR DIKE   Salaz, destnîşan kir ku kurd ji bo hêzên navneteweyî hêj nebûye bazar û dijberî vê yekê bargiranî ye û wiha lê zêde kir: “Bê bîra we çend roj berê Rêveberekî DYA ji kurdên Rojava re wiha got: ‘Hûn li herêmê şervanê baş bin û hûn di têkoşîna DAIŞ'ê de serkeftî bin nayê wê wateya hûn dikarin her tiştî bikin. Divê hûn kapîtalîst bin û pergala ku em dixwazin ava bikin." Rûsya jî heman tişt kir. Me ev yek ji Aldar Xelil bihîst. Xelîd, diyar kir ku Rûsya xwestiye ku îdareya Efrînê bidin rejîma Esadê da ku Tirkiye rawestînin û destûr nedin êrîşa hewayî. Hûn li aliyekî li Rojhalata Navîn Pergala ku hemû gel bi hevre bişîn ava dikin. Lê ew li dijî vê pergalê ne. Ew dixwazin gel şer bikin ku bazirganên çekan karibin çekên xwe bifiroşin.    JI RASTIYÊ DITIRSIN   Salaz, herî dawî bal kişand ser helwesta Tirkiye ku dixwaze ruhê seferberiyê ava bike û wiha got: "Ger ku pirsgirêk, pirsgirêka kurd be li Tirkiye bi çend şoreşgerên tirk muxalefet pêk nayê. Di dîrka Tirkiye de dijminantiya li dijî kurdan bi CHP'ê dest pê dike. Bi îslamîst û MHP'eyan berdewam dike. Di komkujiya Zilan, Şeyh Sait ve Dersim de manşetên rojnameyên Cumhuriyet û Milliyetê têra her titî dike. îro AKP ne tene xwediyê dewletê ye. di heman demê de xwediyê çapemeniyê ye jî. Çend kesên şoreşger û welatparêz ên xwestin bi riya edya civakî rastiyan parve bikin rastî êrîşê hatin. Ji ber ku nexwestin gelê tirk ratiyê fêr bibe. Ji ber ku ji rastiyê didirsin. Lê tu fêda tirê ji sibê re tune ye."    GER KU ZEXT ZÊDE BIBIN  DÊ BIBE DAWIYA ERDOGAN   Salaz, heri dawî da zanîn ku Efrîn dê 3 tiştan biguherîne û wiha got: "Berî her tiştî hêzên herêmê axa xwe diparêzin û di ber xwe didin. Artêşa Tirk ku ketin Kibrisê û di çen doran de encam stendin, niha hêj li Efrînê gavekê pêşve neçûne. Tevî bi çekên giran û bi hezaran çete û leşkerên xwe hêj pêş de neçûne. Li aliyê din piştgiriya beşên din ên kurdistanê dibe moral. Dîsa di qada Diaspora û hemû welatên cîhanê de divê civak li ser hikûmetên dewletê xwe zextan zêde bike. Ev hersê xal xurt bibin û bidomin dê dawiya hikûmeta Erdogna bê."