Elîaçik: Hişmendiya Sêva Sor şirîkatiya Xwedê ye 2018-01-26 12:42:25 STENBOL - Îlahyatzan û nivîskar Îhsan Elîaçik bertek nîşanê xwendina Sûryeya Fethê ya Serkatiya Karê Diyanetê da û ev tişt got: "Ji Quranê fêm nakin. Dema çek bêdeng dibin, şer disekine Sûreya Fethê tê xwendin." Elçî li ser gotinên Erdogan ên wekî "Sêva Sor" jî rawestiya û got ku ev hişmendî di baweriya Îslamê de de şirîkatiya Xwedê ye. Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dewam dike, bertekên li dijî operasyonê her ku diçin zêde dibin. Êrîşên di 20'ê Çileyê de dest pêkirin, Serokatiya Karê Diyanetê ji bo "Tevgera Çiqla Zeytûnê ya li dijî Efrînê bi ser keve, li hemû mizgertên Tirkiyeyê Sûreya Fethê" xwend. Herî dawî Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan got ku "Em dest ji operasyona Efrînê bernadin; armanca me Sêva Sor e."   Îlahyatzan-nivîskar Îhsan Elîaçik nirxand gotinên Erdogan ên bûn sedema nîqaşan nirxand. Elîaçik aşkera kir ku Diyanet ji Quranê fêm nake, Sûreya Fethê di dema Peymana Hudaybiyê de peya kirine û wiha axivî: "Fetîh tê wateya vekirinê û sûre 'teqes e ku me bi vekirî fetih daye te.' Wisa dest pê dike. Dema em li vê fetha hatiye dayîn mêze dikin, 10 salan çekan datînin û pêvajoya aştiyê dixin dewrê. Ji ber ku peymana bi meşrîkan re tê çêkirin, 10 salan dê şer nekin. Yanî tê wateya deriyê li aştiyê tê vekirin e."   'FETHÊ DI AŞTIYÊ DE TÊ XWENDIN'   Elîaçik destnîşan kir ku mislimanan di gelek serdemên dîrokê de li gorî xeta aştiyê ya medîneyê ku Pêxember danîbû tev negeriya ne, bi rêya xanîmetê, dest danîne ser milkên welatan, bertêl li ser wan ferz kirine, ew tev li welatên xwe kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev ji kevneşopiya Bîzans û Sasaniyan giritn û bi Fethê rewa kirin û di tevahiya dîroka Îsamê de wekî dagirkeriya cihekî hat fêmkirin. Wekî ku Hz. Elî gotî, krasê olê çep li xwe kirin. Diyanet jî ev mîrate dewr girtiye, li cihekî dengê çeka tê û bombe diteqin, Sûreya Fethê dixwîne. Li gorî Quranê dema çek bêdeng dibin û bombe diqedin, şer bi dawî dibe, Sûryeya Fethê tê xwendin."   'HIŞMENDIYA SÊVA SOR ŞIRÎKATÎ YE'   Elîaçik diyar kir ku hişmendiya Sêva Sor, mefkûneya serdestiya cîhana tirk e û li gorî baweriya îslamê ev hişmendî şirîkatî ye û wiha got: "Erd û ezman ên Xwedê ne. Divê her kes xwedî li cih û tiştên ku yên wanin xwedî derkeve. Divê di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Dema netewek bê û bixwaze hemû cîhanê bixe destê xwe, wê demê milkê Xwedê dixe destê xwe. Kî vê bike bila bike ev şirîkatî ye." Elîaçik got ku dixwazin di warê hişmendiyê de hişmendiya mirovan tune bikin û aşkera kir ku ji bo parastina xwe OHAL û KHK ji bo wan girîng e.   'ÊRÎŞA LI DIJÎ KURDAN DÊ KÊRÊ WELAT NEYÊ'   Elîaçik herî daî ev tişt anî ziman: "Li Tirkiyeyê 14 baregehên Amerîkayê hene. Ji van baregahan çek çûn Bakurê Sûriyeyê. Heke hûn dibêjin Amerîka piştgiriyê dide terorîstan, wê demê baregehê bigirin. Divê em pêşî li Amerîkayê bigirin ku nekeve herêmê. Dijminahiya li dijî kurdan dê bi kêra welat neyê."   MA / Bîlal Seçkîn