Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê destpê kir 2018-01-26 12:11:07 NAVENDAN NÛÇEYAN – Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê ku KNK organîze dike, li bajarê Silêmanî destpê kir. Şêwra Neteweyî ya Kurdistanê ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) organîze kir, li Otela High Crest ya bajarê Silêmanî destpê kir. Xebata ku wê du roj berdewam bike ji derveyî PDK ya Başûr hemû partiyê siyasî, beşên cûda yên civakî, Rêxistinên Civaka Sivîl, older û gelek bêşen cûda beşdar dibin. Her wiha hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî dibin.   Di şêwrê de ewil Waliyê Silêmaniye Heval Ebubekir axivî u diyar kir ku ew bi li darxistina şêwirê li bajarê Silêmanî keyfxweşin û got; “Em keyfxweşin ku li paytextê rewşenbîrî û guhertinan de ev şêwirê hetiye lidarxistin. Ev rumeta lidar xistinê gihand Silêmaniyê. Em di qonaxekê de ne ku nakokiyên siyasî ya dinabera desthilat û aliyên siyasî heye. Her wiha şikestina desthilatdariyê heye. Ji bo wê jî bi berdewam sînorên me ji aliyê welatên herêmê ve tên bombebarankirin û gefên dagirkeriyê li ser Kurdistanê tên kirin.”   Heval Ebubekir diyar kir ku her dema Kurd yekgirtî bûne, serketine, lê dema parçe bûne winda kirine û wiha got; “Hêvî dikim xalên lewaz bikin xalên bihêzbûnê. Her wiha bikin xalên parastina Kurd û xaka Kurdistanê.”   Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir daxwaza yekhelwestî, yektifaq û yekîtiya netewî kir.   KNK di 15-16’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmnaî Şêwra Netewî ya Kurdistanê bi beşdariya hemû parçeyên Kurdistanê lidar xistibû. Di vê şêwrê de biryar hatibû girtin ku şêwrên netewî yên çar parçeyên Kurdistanê û piştre jî bernameyeke amadekariya kongreya netewî hatibû girtin. Di vê çarçoveyê de heya niha Rojava, Rojhilat û li derveyî welat jî şêwrên netewî hatine lidar xistin. Ji derveyî Bakurê Kurdistanê hemû şêwrên netewî yên biryar bûn ku werin lidar xistin, pêk hatine.