‘Çareserî ne li Rûsya û DYA'yê, li gel Ocalan e’ 2018-01-26 12:04:19 RIHA - Wekîla HDP'ê Dîlok Ocalan, bang li Enqereyê kir û got ku ne hewce ye xwe bavêje ber bextê Rûsya û Amerîkayê û wiha axivî: "Heke çareseriyê dixwazin Girava Îmrliyê saetekî dûrê wan e." Dewleta tirk ji bo êrîşê Efrînê bike demek dirêj di navbera Rûsya û Amerîkayê de çû û hat. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Dîlek Ocalan, aşkera kir ku çareserî li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt got: "Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Ocalan 19 sal e li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û Tirkiye bi vê tecrîdê hiqûqa xwe binpê dike."   ‘BEYÎ OCALAN ÇARESERÎ NABE'   Dîlek Ocalan destnîşan kir ku demek dirêj e Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye, çareseriya pirsgirêka kurd ne di şer de, di aştiyê de ye û wiha axivî: "Ocalan ji bo gelên li Rojhilata Navîn ronahiya hêviyê ye û nifteya çareseriyê ya hevre jiyana gelan e. Ev rastî tê zanîn, le dîsa jî desthilatdariya AKP'ê deriyê Îmraliyê nifte kiriye û ji wê wetrê dê vê pêvajoyê wiha bibe. Heta Birêz Ocalan ji derveyê meseleyê bê hiştin, dê tu pirsgirêk çareser nebin. Ev yek dê di demek nêz de jî bê dîtin."   'EV ROJ BO TECRÎDÊ DESTPÊKIRIN'   Dîlek Ocalan anî ziman ku hikumeta AKP'ê cihê ku pirsgirêka kurd çareser bike, konsepta şer xistiye dewrê û bi vê xwestiye pêvajoyê bibe û wiha pê de çû: "Çiba berî 3 salan ev tecrîd xistin dewrê? Çima nehiştin agahî bigihêjin Ocalan? Hemû tişt ji bo rojên wiha bûn."   'DÊ EV TÊKOŞÎN '   Ocalan derbirî ku Tirkiye di heman demê de hiqûqa xwe jî binpê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê demek ji ya din zûtir Birêz Ocalan bi malbat an jî parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo tecrîd ji holê rabe, divê di serî de jin, divê hemû beşên civakê di her qadê de bertekên xwe bidin nîşan. Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê tecrîda li ser Ocalan tê şermezarkirin. Bêguman dê berhemên vê têkoşînê hebin. Heke dixwazin ji vê kaosê derkevin, divê rêya Ocalan bê vekirin. Di vê demê de azadiya Ocalan nebe nabe."   'ÇARESERÎ SAETEK JI WAN DÛR E'   Dîlek Ocalan anî ziman ku ji bo şerê li Rojhilata Navîn raweste, tekane çareserî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: "Heke hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk bihata dê îro êrîşa li dijî Êfrînê pêk nehata. Heke çareseriyeke mayînde dixwazin, navnîşana destpêkê ne Rûsya, Amerîka ye, Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Mixabin li cihekê din li çareseriyê digerin. Nexwe çareserî saetekî ji wan dûr e, li Girava Îmraliyê ye. Li Girava Îmraliyê ev pirsgirêk beyî ku xwîn bê rijandin, dikare bi rihetî bê çareserkirin."   MA / Arjîn Dîlek Oncel