Ji bo tesîsa fosfatê ya Cengîz Holdîngê cihê qereqolê hat guherandin 2018-01-26 09:33:16 MÊRDÎN– Şîrketa Etî Bakirê ya ji bo li gundê Şemika yê Şemrexa Mêrdînê fosfatê derxîne, koçberiyê li gundiyan ferz dike ji bo tesîsan milyar dolarek budçeyek veqtandibû û niha hewl dide qada tesîsan berfirehtir bike. Ji bo tesîsan cihê qereqola li gund hat guherandin. Têkoşîna gundiyên bi gefan re rû bi rû mane didome.  Şîrketa Etî Bakir a girêdayî Cengîz Holdîngê ku ji bo li gundê Şemika yê Şemrexa Mêrdînê fosfatê derxîne koçberiyê li gundiyan ferz dike, ji sala 2001'an de li qada tesîsên fosfatê yên li ser erdên gundiyan berfirehtir dike. Bedêla veberhênaniya tesîsan zêdeyî milyar dolarekê ye û her wiha li gelek deverên gund jî karê kolandinê ya ji bo tesîsan didome. Ji bo qada tesîsê ya holdînga ku nêzî hikûmetê te bê berfirehkirin cihê qereqola li gund tê guherandin. Niha ji bo qereqolê qadeke mezin û nêzî navenda gund hatiye tesîskirin. Cengîz Holdîng qereqolê çê dike. Tê plankirin ku di nav salekê de tesîs bê qedandin û rayedar jî tim ji gundiyan re dibêjin "taliya talî hûn ê van deran terk bikin", lê belê gundî jî bi biryar in ku xaka xwe neterikînin.   'EM Ê GUNDÊ XWE JI FABRÎKATORAN RE NEHÊLIN'    Aliye Korkmaza 61 salî ku got "emrê me li vî gundî derbas bûye" destnîşan kir ku tevî qeyûm tayînî Şaredariya Şemrexê hatiye kirin, xwediyên tesîsan heqaretê li wan dikin. Korkmaz balê kişand ser gefên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin û wiha got: "Qeyûm dibêje 'ji gund derkevin û biçin.' Xwediyên fabrîkayan tim gefan li me dixwin. Qethiyen em ê ji vî gundî dernekevin. Em ê gundê xwe ji fabrîkatoran re nehêlin."    Sadiye Arat a 47 salî jî destnîşan kir ku 3 sal in çewisandin zêdetir bûne û wiha got: "Ev ne bes bû, li ser girên gund qereqol jî çê kirin." Arat bi lêv kir ku ji tesîs bên parastin qereqol hatiye çêkirin û li cihê ku niha qereqolê lê hatiye çêkirin êdî ew nikarin heywanên xwe biçêrînin.    Xwendekarê zanîngehê Sîdar Araç jî anî ziman ku ji bilî erdên wan tiştekî din tune ye ku debara xwe pê bikin. Araç balê kişand ser koncalên li dora gund ên ji bo tesîsan hatine kolandin û diyar kir ku ji ber tirsa ku dê di koncalan de wer bibin zarokên wan nikarin derkevin derve. Araç diyar kir ku di dema xebatên fabrîkayê de dînamît tên teqandin û dengê dînamîtan bi awayekî neyînî tesîrê li ser zarokan dike. Araç wiha got: "Li gel hemû çewisandin û zextan jî em gundê xwe neterikînin."