Rojnamevan Ozkan û Serkan Erdogan hatin berdan 2018-01-25 19:59:48   MÊRSÎN – Xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan û Serkan Erdogan ku 7 mehin li Mêrsînê girtîbûn, hatin berdan.   Xebatkarên Rojnameya Ozgurluçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan û Serkan Erdogan ê di 29’ê Tîrmeha 2017’an de li Mêrsînê hatin binçavkirin û paşê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê der barê wan de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 8’an a Mêrsînê bi heman îdiayan der barê wan de doz vekir. Îro danişîna ewil a dozê pêk hat. Ozkan Erdogan, malbata wî û parêzerê wî tev li danişînê bûn. Serkan Erogan jî bi riya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tev li danişînê bû.    Di danişînê de rojnamevanan diyar kir ku ew tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nakin û ew ne “endamên rêxistinê” ne û dixwazin bên berdan.  Heyeta dadgehê jî daxwaza Ozkan û Serkan Erdogan qebûl kir û bi biryara şertê venêrîna edlî biryara berdana wan da.    Danişîna duyem dê di 22’yê Gulanê de pêk bê.