Malbatên Robosê: Xwestina aştiyê sûc e 2018-01-25 16:48:37   ŞIRNEX - Malbatên Roboskê di hefteya 317'an de daxwaza xwe ya edaletê dewam kirin û bertek nîşanî êrîşa li dijî Efrînê dan. Malbgatan aşkera kirin ku daxwaza aştiyê jî êdî sûc e.   Li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê dewleta tirk êrîşa hewayî pêk anîbû, 34 kes qetil kiribû. Malbatên Roboskê ji bo kujerê zarokên wan bên darizandin, 317 hefte ne li edaletê digerin. Malbatan wêneyên xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dabûn rakirin, li ser navê malbatan xwişka Nevzat Encu yê jiyana xwe ji dest da Hayat Encu axivî.   Encu aşkera kir ku ruxmê her tiştî ew aştiyê dixwain, lê dewleta tirk bi şer bersivê dide kurdan. Encu diyar kir ku daxwaza aştiyê jî bûye sûc û wiha got: "Em ji bo Efrînê di nav fikaran de ne û em dixwazin rayedar guh bidin daxwazên me."   Encu destnîşan kir ku ew ê daxwazên xwe yên edaletê berdewam bikin û der barê Mehmet Alî Yaşa yê bi cezayê heta hetayê tê girtin de jî ev tişt got: "Ji ber pirtûka Yaşa li ser Komkujiya Roboskê pirtûk nivîsî, 3 sal ceza lê hatiye birîn. Em vê helwesta dadgehê şermezar dikin."