HDP'iyan malbata Taniş û Denîz ziyaret kirin 2018-01-25 16:15:05 ŞIRNAK - Rexistina HDP’ê ya Şirnexê malbata Serokê HADEP'a Silopiyê Sedar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz ê 17 sal berê hatin windakirin ziyaret kir. Rêxistina  HDP’ê yê Şirnexê malbatên  Serokê HADEP'a Silopiyê Sedar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz ku 17 sal ewil piştî ketibûn qereqolê û careke din agahî ji wan nehat girtin ziyaret kir. Ligel endamên HDP û DBP’ê parlementera HDP’ê ya Şirnexê jî beşdarî serdana malbatan bû. Malbatan, destnîşan kirin ku ew her dem li pey şopa xizmên xwe çûne û wiha axivîn: “Xwezî goreke wan hebûya da ku em jî biçûna ser. Em ê ji vê tiştê jî kêfxweş bibûna.” Parlementer Îrmez jî li ser kesên di salên 90’î de hatibûn windakirin sekinî û ev tişt gotin: “Gelê kurd ligel van windakirinan jî tune nebû. Kurd ne bêxwedî ne. Em ê şopdarê Deniz û Taniş bibin.”