Çalakiyên li dijî êrîşa li Efrinê didomin: Emê li dijî şer di ber xwe bidin 2018-01-25 15:12:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê TSK'ê li dijî gelê Efrînê daye destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. Bertekên li dijî şerê li Efrînê zêde dibe. Jinan got “Em dê li dijî polîtîkayên şerê mêr di ber xwe bidin". Parazvanên mafên mirovan jî diyar kirin ku şaxên zeytûnan sembola aştiyê ye û xwestin wateya wan neyê guhertin.    Şerê TSK û OSO yê bi fermana AKP-MHP'ê li dijî gelê Efrînê hatiye destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. Nerazîbûn û bertekên li dijî vî şerî her ku diçe zêde dibe. Platforma Jinan a Enqereyê li dijî şerê li ser Efrinê li Navenda Giştî ya SES'ê ya Enqereyê civîna çpaemeniyê pêk anî. Li salona ku lê daxuyanî dan pankarta “Ne şer em aştiyê dixwazin" vekirin. Li ser navê Platformê Ayla Yilmaz, daxuyanî da û diyar kir ku di şerê Sûriye de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov ji cihê xwe koçber bûn û wiha got: "AKP hemû berjewendiyên xwe yên Qesrê wekî yên Tirkiye dide nîşan. Operasyona hiş nîşan dide. Her tiştî berovajî dike. Bi armanca îktîdara xwe berdewam bike li dijî Efrinê şer dane destpêkirin. Şer ji bo jin û zarokan birçibûn, xizanî, tacîz û tecawiz e. Dîsa kuştin e.  Şer sûcê mirovahiyê ye. Em dê her dem li dijî şer bin û her dem aştiyê biparêzin. Em dê li dijî polîtîkayên şer ê mêr her dem di ber xwe bidin."    ÎZMÎR      Platforma Çand û Derdorê (EGEÇEP) ya Îzmirê jî bi heman armancê daxuyaniya niviskî da. Platformê diyar kir ku Şaxa Zeytûnê di dîrokê de her dem bûye remza aştiyê û ew naxwazin ku zeytûn bibe remza şer. Platformê da zanîn ku di dîrokê de jî zeytûn her dem remza aştiyê ye.    ANTALYA    Platforma Şaxan a KESK'ê ya Antalyayê jî bi heman armancê bertekên xwe anîn ziman. Pêkhateyên platformê li Şaxa Egitim Senê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Kadîr Ozturk,  diyar kir ku AKP ji ber di polîtîkayên derve û hundir de tengaviye  Ozturk diyar kir ku wan duh daxwazên aştî û azadiyê anîn ziman dê dîsa bînin ziman û wiha got: "Ji ber van polîtîkayan 11 endamên me hatin binçavkirin. Em binçavkirina hevalên xwe şermezar dikin. Em dixwazin bi lez bên berdan."