2 endamên meclisê li Erdîşê hatin berdan 2018-01-25 14:37:54 WAN - Endamên Meclisa Şaredariya Erdîşê Mehmet Sayat û Sarya Bîlîcî tehliye bûn. Li navçeya Erdîşê ya Wanê, di 12'ê Cotmeha 2016'an de Endamên Meclisa Şaredariya Erdîşê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Sayat û Sarya Bîlîcî hatin girtin û cara ewil derketin pêşberî dadgehê. Danişîna doza ya bi îdiaya "Yekitî û wekheviya welat xirab kirine" û "Propagandaya rêxistinê kirine" li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin, Bîlîcî û Sayat sûcdariyên der barê xwe de qebûl nekirin. Piştî parastinên parêzeran, heyeta dadgehê her du siyasetmedaran tehliye kir.   Bîlîcî li girtîgeha lê dihat tehliye bû, lê Sayat ji ber ku ji dozeke din cezayê wî hebû, nehat berdan.