Rojnameger Hurtaş û endamê HDP’ê Bulbul hatin berdan 2018-01-25 14:27:48 ENQERE – Nûçegihana Arti TV ya Enqereyê Sibel Hurtaş û endamê Meclîsa HDP’ê Kemal Bulbul ê ji ber parvekirinên tora civakî hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Nûçegihanê me Hayrî Demîr jî hêj li miduriyeta polîsan di binçavan de ye.  Îfadeyên midûriyeta polîsan a nûçegihanê Enqerê ya Arti TV’yê Sibel Hurtaş û endamê PM’ê yê HDP’ê Kemal Bulbul ku ji ber parvekirinên tora civakî ya derbarê Efrînê de hatibûn binçavkirin bi dawî bû. Di midûriyeta polîsan de derbarê parvekirinên tora civakî de pirs li wan hatin kirin û parvekirin weke “propagandaya rêxîstînê” hat nîşandan.  Hurtaş û Bulbul ên van angaştan qebûl nekirin piştre derxistin edliyeyê. Dozger îfadeya Bulbul û Hurtaş negirtin û îfadeyên wan ên li  midûryeta polîsan nirxandin kir û bi şertê kontrola edlî bên serbest berdan Bulbul û Hurtaş sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî bi heman hincetê Hurtaş û Bulbul bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    DEMÎR LI EWLEKARIYÊ TÊ GIRTIN   Nûçegihanê Ajansa Mezopotamaya (MA) Hayrî Demîr ê şeva bazarê di operasnoyê de hat binçavkirin hîna îfadeya wî ya midûryeta polîsan nehatiye girtin. Demîr ku li Şaxê Têkoşîna bi Terorê re tê girtin, ne diyare çi demê sewqî edliyê bê kirin.