22 rêxistinên sivîl piştgirî da Efrînê 2018-01-25 13:05:48 SILEMÊNAÎ - Nûnerên 22 rêxistinên civaka sivîl êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin: "Li Başûrê Kurdistanê wê bi şêweyekî medeniyane kar bikin û piştgiriya gelê Kurd li Efrînê bikin."  Operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê di roja 6'an de berdewam dike. Di operasonê de heta niha bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Bertek û nerazîbûnên li dijî şerê TSK'ê yê li dijî Efrînê her ku diçe zêde dibe. Nûnerên 22 rêxistinên civaka sivîl li ofîsa Rêxistina Giringîdana Demokrasî û Medenyet li bajarê Silêmaniyê têkildarî êrîşa TSK'ê ya bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrînê û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş dan. Serokê Rêxistina Ayîndeya Lawan (Pêşeroja Ciwanan) Bextiyar Îsmaîl daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş a 22 rêxistinan xwend û wiha got: “Em weke hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl piştgiriya xwe ya ji bo gelê berxwedêr ê Efrînê dubare dikin. Di heman demê de êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo ser Efrînê şermezar dikin. Ji bo piştgiriya gelê Kurd li Efrînê emê li Başûrê Kurdistanê bi şêweyekî medeniyane xebat bikin. Her wiha emê daxwaz jî bikin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şêweyek cidî helwest nîşa êrîşên Tirkiyê bidin û êrîşan bidin rawestandin.”