Angaşta cilên yek tîp şandin Girtîgeha Êlihê 2018-01-25 12:25:38 ÊLIH – Hat angaştkirin ku cilên yek tîp şandine Gîrtîgeha Tîpa M a Êlihê.  Piştî weşandina Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a hejmara 696’an pêkanîna cilên yek tîp, hat angaştin ku cilên yek tîp şandine Girtîgeha Tîpa a Êlihê. Heta niha der barê şandina van cilan de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Girtiyên ji doza PKK’ê yên di girtîgehê de bi boneya pêkanîna cilên yek tîp şermezar bikin biryar sitendin ku dernekevin hevdîtinê. Li ser vê yekê rêveberiya girtîgehê jî cezayê du mehan ê hevdîtina têlefonê da girtiyan.