Fermandarê çeçen ê di lîsteya 'terorê' de tev li operasyona Efrînê bû! 2018-01-25 11:55:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê koma 'Cundu'ş Şam' Muslim Şîşanî yê bi eslê xwe çeçen e, DYA û Konseya Ewlehiya NY'yê wî wekî "terorîst" îlan kiriye, bi koma xwe re tev li operasyona li dijî Efrînê bû. Li gel Tirkiyeyê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO), hin komên din jî tev li operasyona Efrînê bûnûn û di vê der barê de gelek nûçeyên di rojevê de cih girtibûn. Rojnameya Akîtê ya nêzî hikumeta AKP'ê ye, ev agahî weşand. Li gorî rojnameyê, koma 'Cundu'ş Şam' a ku kesên ji Kafkasê ava kirine û serkêşiya wê Çeçen Muslim Şîşanî dike, bi koma xwe re tev li leşkerên tirk li dijî Efrînê şer dike.   Şîşanî li Çeçenistan, Kafkasyaya Bakur û li Înguşetyaya girêdayî Federasyona Rûsyayê, li dijî hêzên rûsî şer dike û Şîşanî di lîsteya "terorê" ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) yê de cih digire.   DYA'yê di sala 2014'an de koma Şîşayî tevahiya cîhanê wekî "terorîst" îlan kir û xistibû lîsteya terorê. Konseya Ewlehiya NY'yê jî sala çûyî Şîşanî xist lîsteya terorê.   Li gorî agahiyan Murad Margoshvîlî Musluman El-Şîşanî li Komara Sosyalîst a Sovyetê ya Gurcistanê ya komara Yekitiya Sovyetê hatiye dinê. Navê Şîşanî di şerê li Çeçenistanê û Kafkasyaya Bakur, Înguşetyaya Federasyona Rûsyayê jî derbas dibe û li dijî hêzên rûsî şer dike.