Hêvî Mistefa: Hêzên navneteweyî li gel Tirkiye di şer de cih digirin 2018-01-25 10:58:12 EFRÎN - Hevberdevka Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, diyar kir ku ew daxuyaniyên hêzên navneteweyî ên wekî "em bi fikarin" samîmî nabîne û wiha got: "Hêzên navneteweyî li gel Tirkiyeyê di operasyonê de cih digirin." Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê ji hewa û bejahî ve di roja 6'an de dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de balafirên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) navçeyên Cindirês, Şêrewa û Meydankê û gundên herêmê bombe kir. Ji ber êrîşên hewayî li Cindirêsê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan sivîl birîndar bûn. Dîsa li navçeyên Reco û Bilbilê şerên dijwar rû didin.   Hevberdevka Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, bal kişand ser qetilkirina welatiyên sivîl û aşkera kir ku ew daxuyaniyên hêzên navneteweyî ên wekî "em bi fikar in" samîmî nabîne. Mistefa, diyar kir ku êrîşa li dijî wan pêk tê, şerekî hev du şêwirî ye û bi hevkariya hêzên herêmî pêk tê.   ‘MIRINAN PIŞT GUH DIKIN’   Mistefa destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û herêmî di bin navê "çareseriyê" de berjewendiyên xwe derdixin pêş, ji ber wê qetilkirina sivîlan pişt guh dikin. Mistefa, anî ziman ku ev hêzana plan dikin ku Sûriyeyê di navbera xwe de parve bikin û hemû planên wan li ser vê hatiye hûnandin.   ‘DIBIN HEVKARÊ DAGIRKERIYÊ’   Mistefa ji ber wê nêzikatiya hêzên navbeteweyî cidî nabîne û ev tişt anî ziman: "Ev êrîş tenê ji bo gelê Efrînê û gelê Sûriyeyê ne xetere ye. Ji bo hemû gelên cîhanê xetere ye. Îro bê deng in. Bi vê bêdengiyê re her roj dibin hevkarê dagirkeriya Erdogan. Heke li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe dernexin, dê ev li hemû herêmê belav bibe. Tiştên ku îro diqewimin, di navbera du çandan de pêk tê. Ji hêlekê ve dîktatorî û dagirkerî heye, ji hêlekê ve jî demokrasî û berxwedan heye."   'DIXWAZIN ŞER DEWAM BIKE'   Mistefa derbirî ku ev êrîş di dema ku DAIŞ ber bi qedandinê ve diçe û pergala wan bi pêş dikeve de pêk hatiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di bin navê operasyonê de rûxandinê li ser me ferz dikin. Bi ser Efrînê re hin hêzên çekdar dişînin Sûriyeyê. Tirkiye dixwaze bi vê şerê li Sûriyeyê dewam bike û nehêle şer bi dawî bibe."    MA / Nazim Daştan