Derket holê ku polîsan Seferî Yilmaz îxbar kiriye 2018-01-25 10:48:42 WAN - Derket holê ku hejmarên telefonê ya Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ê girtî îxbar kiriye aydî 3 polîsên li Midûryeta Polîsan erkdar in.  Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ji Kanûna 2016'an ve li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê girtî ye. Derbarê "Îxbara telefonê" ya wekî hinceta girtina wî tê nîşandan detayek derket holê. Di îdîanameya hat amadekirin de,  îxbara derbarê Yilmaz da çawane, ji aliyê kêve û çi demê hatiye kirin, nayên zanîn. Parêzerê Yilmaz Mehmet Ekîncî, îdîayên derbarê Yilmaz de lêkolîn kirin û derxist holê ku her sê îxbar jî ji aliyê polîsan ve hatine kirin.   Derket holê hejmarên telefonê yên Yilmaz îxbar kirin, ên polîsên binavê A., O. û M. ên li Midûryeta Polîsan a navçeya Şemzînanê erk dar bûne. Parêzer Ekîncî ji bo eşkere kirina hejmarên îxbar kirinê, serlêdan kir, lê şandeya dadgehê ev serlêdan red kir.    RAPORA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JÎ SÛC HATIBÛ DÎTIN   "Rapora Şemzînanê ya ÎHD'ê ya di mala Yilmaz ku endamê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê bû de hat dîtin jî, mîna sûc hat dîtin. Rapora derbarê qereqol û kaleqolên di pêvajoya çareseriyê de hatin avakirin a ji aliyê Yilmaz ve hatî amade kirin jî, di îdîanameyê de cih girt. Ev weke sûcên bi hêz hatine dîtin. Parêzer Ekîncî, di nivîsa ji dadgehê şandî de, diyar kiribû ku rapora ÎHD'ê ne sûce û rapor di pêvajoya çareseriyê de hatiye amede kirin.   MA / Nîmet Olmez