Prof. Jongerdan: Wekî Kobanê li Efrînê jî dê berxwedan encamê diyar bike 2018-01-25 10:24:08 ENQERE - Ji zanîngeha Wageninen a Holandayê Profesor Joost Jongerden, bal kişand ser şerê li Efrînê û diyar kir ku wekî Kobanê dê li Efrînê jî berxwedan encama şer diyar bike û wiha got: “Tevgerên Rizgarkirinê tevgerên guhertina pergalan in. Hêza xwe ne ji dewletan ji gelan distînin. Çawa Kobanê di ber xwe da û piştgirî ji gel stend û bi ser ket, dê li Efrînê jî berxwedan encamê diyar bike."  Operasyona TSK-OSO ya bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrînê hat destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. 6 roj derbas bûn, lê hêj TSK'ê tu gav pêşve neavêtiye û asê mane. Têkildarî operasyona TSK'ê û şerê li Efrînê akademîsyen û Profesorê Zanîngeha Wageninen a Holandayê Joost Jongerden, der barê rewşa Efrînê de çavdêriyên xwe bi Ajansa Mezopotamya re parve kirin. Joost Jongerden, bal kişand ser helwesta Tirkiye û hêzên navneteweyî û diyar kir ku dê li Efrîn berxwedan bi ser bikeve.    Prof. Jongerden, diyar kir ku li Tirkiye 2 salin Erodgan Tirkiye bi OHAL'ê bi rêve dibe û wiha got: "Erdogan her dem OHAL'ê wekî lezgînî û pêdiviyek neteweyî nîşan dide. Ketina Efrînê ya Erdogan jî ji bo hestê neteweyî sor bike û piştgiriya xwe zêde bike. Ji bo êrîşî Efrinê bike Efrînê ji bo xwe wekî gef nîşan dide. Dixwaze bivê yekê yekîtiyek neteweyî ava bike. Fikra Erdogan ya duyemîn jî perspektifa navneteweyî ye. Ji bo ku karibe qedera Sûriye diyar bike dixwaze bibe perçeyekî Sûriye. Ji bo li Astana, Soçî û Cenevre wekî Rûsya û DYA bibe xwedî gotin xwe tev li van şeran dike. Tirkiye ji hevsengiya QSD'ê ditirse. Ji ber ku îro Tirkiye ji hevsengiya QSD'ê ditirse. Niha QSD li herêmê aktorek gelek mezin û girîng e. Dê ev aktor li bakurê Sûriye bimîne. Tirkiye bi şerekî nû dixwaze vê hevsengiyê xera bike."   'TIRKIYE HEBÛNA KURDAN JI BO TEHDÎT DIBÎNE'   Prof. Jongerden, bal kişand nêzîkatiya Tirkiye ya li dijî DAIŞ'ê û QSD'ê û wiha got: "Kurd ji bo Tirkiye wekî "ên din" in. Ew wekî gelê bira li kurdan nanerin. Tirkiye hebûna kurdan ji bo xwe wekî gefê dibînin. Kengî pergalek li ser nasnameyek kurdan derkeve holê li wir zextan zêde dikin. Ji ber ku Tirkiye hebûna xwe li ser înkar û îmhaya yên din ava dike hebûna kurdan ji bo xwe pirsgirêk dibîne.    RÛSYA BI HÎLE Û LÎSTIKAN NÊZÎ TIRKIYE Û EFRÎNÊ DIBE   Niha şerê li Sûriye bûşe şerê qada navneteweyî. Di nava vî şerî de Îran, Tirkiye, Qatar û gelek welatên din hene. Dîsa hêzên kurevî Rusya, ABD û NY hene. Hevkariyên taktîk û stratejîk hene. Hevkariya Rusya-QSD û ABD-QSD hevkariyek taktîkî ye. Rusya bi hîle û lîstikên rovî li dijî Tirkiye, kurdan û Efrînê tev digere. Bi vê hîleyê destûr da ku Tirkiye li dijî Efrinê operasyonê pêk bîne. Destûr da şerekî nû. Bi vê yekê hem dixwaze Hêzên Sûriyiya Demokratîk (QSD) lawaz bibe û hem jî dixwaze Rageşiya di navbera Tirkiye û DYA de zêde bibe. DYA jî hem dixwaze têkiliyên xwe bi Tirkiye re berdewam bike û hem jî naxwaze QSD'ê winda bike. Niha êdî zor e ku hem bi Tirkiye re û hem jî bi QSD'ê re têkiliyan berdewam bike. Divê êdî DYA bijartinekê bike."    Prof. Jongerden, destnîşan kir ku ev şerê didome berdewama bûyerên dîrokê ye û wiha berdewam kir: "Tevgerên Rizgariyê û Tevgerên ku armanc dikin pergalê biguherînin, piştgiriyê ne ji dewletê ji gelan distînin. Dewlet li ser berjewendiyan hesabên xwe dike. Li ser edaleta civakî û siyasî tev nagere."    KURDAN BI KONFEDERALIYA DEMOKRATÎK BERSÎV DA   Jongerdan, anî ziman ku niha li Tirkiye panîkek heye û wiha berdewam kir: "Tirkiye dixwaze tevgera kurdan tune bike. Di vê pêvajoyê de tevgra kurdan li Sûriye gavek muhîm avêt. Tevgera Kurdan bi avabûna demokratik a konfederal li dijî netewperestiyê bû bersîvek mezin. Niha dixwazin rê li pêş vê yekê bigirin."    'LI KOBANÊ BERXWEDANA YPG'ê ENCAM DIYAR KIR DÊ LI EFRÎNÊ JÎ BERXWEDAN ENCAMÊ DIYAR BIKE'    Profesor Joost Jongerden, bal kişand ser şerê li Efrînê û diyar kir ku wekî Kobanê dê li Efrînê jî berxwedan encama şer diyar bike û wiha got: “Tevgerên Rizgarkirinê tevgerên guhertina pergalan in. Hêza xwe ne ji dewletan ji gelan distînin. Çawa Kobanê di ber xwe da û piştgirî ji gel stend û bi ser ket, dê li Efrînê jî berxwedan encamê diyar bike. Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry, diyar kir ku hedefa wan a stratejîk ku Kobanê têkeve destê DAIŞ'ê tune bû. Dîsa got hedefa wan a stratejîk ku Kobanê bikeve jî tune bû. Mixabin dîsa Fermandarekî leşkerî yê DYA Komutanı Joseph Votel, got Efrin ne qada wan a operasyonê ye. Çawa ku li Kobanê berxwedana YPG’ê encam diyar kir dê li Efrînê jî berxewdan encamê diyar bike.    MA / Selman Guzelyuz