Îdareya Arizîkirinê dest bi firotina zeviyên tenduristiyê kir 2018-01-25 09:55:05 RIHA -  Îdareya Arizîkirina Serokwezîr, li Rihayê du zeviyên ji bo qadên tenduristiyê veqetandin derxist bazara firotinê.  Serokê Şaxa ŞPO bertek nîşanî guhertinê da û diyar kir ku pêwîstî bi qadên tenduristiyê hene, ne bi baregehan… Îdareya Arizîkirina Serokwezir li navçeya Kerakoprû ya Rihayê du zeviyên ji bo qadên tenduristiyê veqetandîn, derxist bazara firotinê. Serokê Şaxa Odeya Planên Bajarvaniyê (ŞPO) Selûm Açar, diyar kir ku Kargeriya Arizîkirina Serokwezîr pêşiya avakirna qadên tenduristiyê digire.  Açar, anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo guhertina îmarê îtîraz kir û wiha axivî: “Lê Kargeriya Arizîkirina Serokwezîr ev îtîraz red kir. Ji bo betal kirin vê guhertin, di Şuraya Dewletê doz hat vekirin. Pêdiviya bajar bi qadên tenduristiyê heye. Ji xwe Kargeriya Arizîkirinê got pêdiviya wê bi wan zeviyan tuneye.”   'ARIZÎKIRIN BÊUSÛLÎ KIR'    Açar, da zanîn ku Kargeriya Arizîkirin di guhertina îmarê de bêusûlî kir û wiha got: “Qadên nexweşxanê dîzîn û niha dixwazin bifiroşin. Di doza Şuraya Dewletê de li bendê ye ku kesê tê danîn tayîn bikin. Ger ev nexweşxane bên çêkirin, dê nezî 10 hezar kes karibin debara mala xwe bikin.”   ‘PÊDIVIYA RIHAYÊ BI VAN ZEVIYAN HEYE’    Açar, destnîşan kir ku divê bajêr ne bi xwedî be û wiha bi dawî kir: “Divê siyasetmedar vê şaşiya Kargeriya Arizîkirin pê bidin sererast kirin. Li vî bajarî pir zêde pêdiviya me bi qadên civakî û tenduristiyê hene. Ez bawer nakim ku pêdiviya Kargeriya Arizîkirin ewqas bi van zeviyan hebe. Pêdiviya Rihayê bêhtir bi van zeviyan hene. Em di wê astê dene ku paşve gav bê avêtin. Divê demildest rayedar dest bavêjin vî karî.”