Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Em ê vir veguherînin Efrînê 2018-01-25 09:26:44 MÊRSÎN - Şehrîban Erdem a ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê derket got gardiyanan gef li girtiyan dixwar û wiha gotin: "Em ê vê derê veguherînin Efrînê. Em ê we jî bişewitînin." Her wiha Erdem diyar kir ku gardiyan ji sepandina kincên yektîpî jî wiha dibêjin: "Em qicok micokên nû ji we re tînin."  Şehrîban Erdema ku duh na pêr ji Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kirin.    GARDIYAN: EM Ê VÊ DERÊ VEGUHRÎNIN EFRÎNÊ    Erdem got ku li girtîgehê êrîş û zext veguherîne rewşeke sîtematîk, lê belê bi êrîşa li dijî Efrînê re zêdetir bûne. Erdem diyar kir ku sibeha 22'yê Çileyê dema gardiyan ji bo hejmariyê hatine qawîşan, behsa operasyona Efrînê kirine û gef xwarine. Erdem got gardiyanên bi navê A., D. û S. heqaret lê kirine û ev tişt gotin: "Bi taybetî jî S. dema ket qawîşa C5'yan got 'xwezî ez jî tev li operasyona Efrînê bibûma. Ez ne li wir im, lê em ê vir veguherînin Efrînê. Em ê we jî bişewitînin. Hûn hemû terorîst in." Erdem got dema wan ji gardiyan re gotiye "Çima tu wisa dibêjî?" bia wayekî fizîkî bi şidetê re rû bi rû mane û wiha domand: "Paşê gardiyanan 4 hevalan bi erdê ve kişand, ew derb kirin û avêtin hucreyê." Erdem got li ser hewldanên wan êvarî hevalên wan ji hucreyê hatine derxistin û anîne qawîşê û wiha got: "Dema gardiyanan hevalên me birine hucreyê, ew derb kirine û heqaret li wan kirine. Ji ber hevalên me bi şideta fizîkî re rû bi rû man, rapora derbkirinê wergirtin."   'EM Ê QICOK MICOKÊN NÛ BÎNIN'    Erdem destnîşan kir ku gardiyan ji bo sepandina kincên yektîpî gefan li girtiyan dixwin û wiha gotine: "Em ji bo yektîpiyê amadekariyan dikin. Em qicok micokên nû ji we re tînin." Erdem bi lêv kir ku lê belê girtî bi biryar in ku kincên yektîpî li xwe nakin û wiha domand: "Hevalên jin ên li Tarsûsê dibêjin em bimirin jî em ê kincên yektîpî li xwe nekin." Her wiha Erdem diyar kir ku ji ber li dijî lêgerîna tazî û ferzkirina kincên yektîpî derketine der barê her kesî de lêpirsîn hatiye vekirin û niha hin hevalên wan hene, saleke cezayên wan ên hevdîtinê heye.