Tevî 5 zarokên xwe li xaniyekî yekodeyî dijî 2018-01-25 09:24:41 RIHA– Malbata sûriyeyî ya 2 jê berasteng 5 zarokên wan hene û ji Dêra Zorê hatin li Rihayê bi cih bûn, li maleke yekodeyî û pacên wê bêcam dijî.  Şer tû mercên jiyanê yên nêzî 500 hezar sûriyeyiyên ji ber şerê navxweyî reviyan û hatin li Rihayê bi cih bûn, her diçe zehmetir dibin. Yek ji van malbatan jî malbata Filîle Kerîm e ku tevî 5 zarokên xwe ji Dêra Zorê hat û li Rihayê bi cih bû. Malbata Kerîm li xaniyekî yekodeyî û pacên wê bêcam dijî. Zarokê malbatê yê herî biçûk 4 mehî û yê herî mezin 9 salî ye. Kerîm bi lêv kir ku ew mehê 250 lîre heqê kirê didin. Her wiha du zarokên wan jî berasteng in û bi saya alîkariyên cîranan debara xwe dikin.    'EM LI KUÇEYAN MAN'    Kerîm (40) diyar kir ku 2 sal berê ew hatine, berî ku ew vî xaniyê niha têde ne kirê bikin, ew demekê li kuçeyan mane. Kerîm destnîşan kir ku piştî hewa sar bûye, wan li Taxa Yakûbiye ya navçeya navendî Eyûbiyeyê vî xaniyê niha têde ne kirê kirine. Kerîm diyar kir ku bi taybetî jî ew heqê dermanên zarookên xwe nikarin bidin û ew nikarin ji pitika xwe ya 4 mehî re potikan jî bikirin. Her wiha Kerîm destnîşan kir ku hevjînê wê jî li ser çopan tiştên avêtî ber hev dike û heftê ancax 40 lîreyî qezenc dike.    Kerîm destnîşan kir ku heke zarokên wê yî berasteng neyên tedawîkirin wê nexweşînên wan girantir bibin û ew li bendê ne ku mirovên hestiyar alîkariya wan bikin. Her wiha Kerîm destnîşan kir ku ew nikare ji pitika xwe re potikan jî bikire û pirsgirêkeke wan a din jî di warê ardû û erzaq de ye.