Umutê 4 salî 39 rojin hêj hişyar nebûye: Pêzanan Umut bi qusûr dît 2018-01-24 17:17:19 ÊLIH - Umut Ozalp ê 4 sali ku polîs bi maşîne lê xist û kirindar kir, 39 rojin li nexweşxaneyê di beşa lezgîn de tê dermankirin. Bav Nezîr Ozalp, da zanîn ku rapora pêzan ji sedî sed kurê wî bi qusûr dibîne.   Di 17'ê Kanûna 2017'an de li taxa Aşagi ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, polîsan bi maşîneyê li zarokê 4 salî Umut Ozalp qeliband. Umut ê 4 salî 39 rojin, li Êlihê di nexweşxaneyeke taybet de tê dermankirin û bi cîhazê dijî.  Bav Nezîr Ozalp aşkera kir ku hêj kurê wî xetereya mirinê li ser xwe ne avîtiye. Bav Nesîr, anî ziman ku ji ber ava li ser mêjiyê wî kom bûye, dê di rojên pêş de emeleyat bibe. Bav Ozalp nerazîbûn nîşanî rapora kesê pêzan amade kirî jî da û wiha got: "Ji bo ji sedî sed bi qusûr nîşan bidin, rapor amade kirin û agahî dan me. Zarokê 4 salî çawa bi qisûr dibe? Em ê bi rêya hiqûqî li mafên xwe bigerin."