Rojnameger Ozlu hat berdan 2018-01-24 16:25:19 MÊRSÎN - Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Ses ya bi KHK'ê hat girtin, Semra Ozlu ku hefteyek berê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.  Gerînendeya Weşana Giştî ya ya Mersin Radyo Ses ya bi KHK'ê hat girtin, Semra Ozlu di 15'ê Çile de hatibû binçavkirin. Polîsan piştî lêpirsîna Ozlu bi dawî kirin sewqî Edliyeya Mêrsînê kirin. Piştî dozger li îfadeya Ozlu guhdar kir, bi şertê kontrola edlî serbest berda.