ESP: Hewl dan endamê me înfaz bikin 2018-01-24 16:10:05 ENQERE - ESP'ê diyar kirin ku endamên wan Tulîn Gur û Burcu Durak, endamê SGDF'ê Sedat Polat piştî hatine binçavkirin, gefa kuştinê li wan hatiye xwarin û ev tişt got: “Duh bi şev li Enqereyê hewl dan înfazê pêk bînin." Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), diyar kir ku endamên wan Tulîn Gur û Burcu Durak û endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Sedat Polat, li Enqereyê hatine revandin û gefa înfazê li wan xwarine. Endamê ESP'ê Hidir Yangin aşkera kir ku berê jî bûyerên revandinê pêk hatine û destnîşan kir ku duh bişev li Enqereyê hewldan endamên wan Durak, Gur û endamê SGDF'ê Polat înfazê bikin.   Yangin diyar kir ku bûyer komployek e û ev tişt got: "Bavê endamê SGDF'ê Sedat Polat aşkera kir ku duh bişev saet di 01.30'an de kesekî xwe wekî 'Polîs Şaxa TEM'ê ya Enqereyê Mehmet' daye nasîn li wî geriya ye û gotiye ku 'Kurê xwe ji nava wê komê derxe, an em ê hemû kesên li malê bikujin.' Gef li me xwarin. Li ber mala li Çankayayê gelek maşîne radiwestin û hin kes li wan deran digerin. Ev rewşa tacîzî 2 saetan dewam kir. Polîs û dewlet bi rêya hêzên xwe yên veşarî dixwazin şoreşgeran înfaz bikin, raya giştî bi bertek e, partiya me û HDP'ya ku em wekî hevgirtinek wê, piştî ket tevgerê ev hewldan vala derket."   Yangin aşkera kir ku ev bûyer li Enqereyê nû nînin, hêza paramîlîter SADAT û MÎT ên girêdayê AKP/Qesrê, dixwazin endamên ESP û SGDF'ê înfaz bikin.