Li Efrînê berê ba guherî ? 2018-01-24 15:16:34 ENQERE - Hikûmeta AKP'ê beriya li dijî Efrinê operasyona leşkerî bide destpêkirin, dest bi tevgerek mezin a diplomatik kir û piştgiriyek mezin da pişt xwe. Lê piştî operasyona TSK'ê ya li ser Efrînê 5 roj li pey xwe hişt, hêzên ku piştgirî dan AKP'ê dest bi îtîrazan kirin. Îtîrazên ku her diçe zêde dibin pirsa gelo bayê operasyona li dijî Efrînê ruyê xwe guhert.  Hikûmeta AKP-MHP'ê beriya dest bi operasyona li dijî Efrînê bike bi Rûsya Îran û welatên NATO re hevdîtin pêk anî. Hikûmeta AKP'ê piştî destûr ji Rusya, NATO û gelek hêzên navneteweyî girt, di 20'ê Çile de li dijî Efrinê dest bi şer kir. Bi 72 balafiran, tang û topan Efrîn bombe kir. TSK 5 rojin li ser hev bi tang û topan çiya, girt û gundên Efrînê bombe dike. Operasyona TSK'ê 5 roj li pey xwe hişt, lê hêj tu gavan pêşve neçûye. Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan di 13'ê Çile de got "Em dê di nava hefteyekî de têkevin Efrînê, xera bikin, paqij bikin û derkevin. Erdogan piştî ferman da TSK di 20'ê Çile de bi tevlêbûna deh hezaran leşkeran, 30 hezar endamên OSO û  El Nusra li dijî gelê Efrînê dest bi operasyonê kir. Di ser operasyonê re 5 roj derbas bûn, lê hêj sînor derbas nekirine. Ji bo di roja ewil de encam bi dest nexist bi nûnerê çapemeniyê re civîn pêk anî û 15 xalên fermanaşer dide bi çapemeniyê re îmze kir. Bi riya çapemeniyê dixwaze propaganda xwe bike.    ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN   Rojnamegerên fermana hikûmetê li ber çavan negirt û hewl da rastiyan parve bikin rastî gefan hatin û gelek hatin binçavkirin. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê, binçavkirin û sansura li ser medya berdewama vê operasyonê ye û nayê qebûlkirin. RSF'ê ev zextên li ser çapemeniyê şermezar kir. Dîsa Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku mijarê ji nêzîk ve dişopîne. Bertek nîşanî binçavkirin û zextên li ser çapemeniyê da.    BERXWEDANA EFRÎNÊ BANDORÊ LI SER BAYÊ LI EWROPA DIKE   Piştî hêzên parastinê yên Efrinê û gelê Efrînê li dijî operasyona TSK'ê û komên girêdayî wê li ber xwe da û destûr neda ku têkeve axa wê, bandor li ser gel û raya giştî ya li Ewropa û qada navneteweyî jî kir. Bi taybetî welatên ku destûr dan, Sekn û helwesta NATO, Rusya û gelek welatên din hat guhertin. Her çend Rûsya NATO û Hollanda operasyonê rewa nîşan bidin jî gelek welatên din li dijî operasyonê bi awayekî aşkere bertek û nerazibûnên xwe tînin ziman.    RÛSYA KETIYE ŞOPA DÊ ÇAWA REWŞÊ VEBÊJE   Medya Rusya analist û gelek derdorên din hêj piştgiriyê didin operasyonê. Derdorên eleqeder ên Rusya diyar dikin ku 'kurd li ser maseya bazarê hatin xerçkirin'. Dîsa dengê “şerê sincî û ehleqî' jî her ku diçe belav dibe. Analîstên Rûs bi nivîs û daxuyaniyên xwe gotinên “Deynê kurdan li Rusya tune" derdixin pêş û wekî Rûsya ne deyndar be didin nişandan. Dîsa nirxandinên ku wekî Tirkiye li wir ne mayinde ye dixwazin hin hişê cuda ava bikin.    HELWESTA MEDYA ROJAVAYÊ EWROPA    Gelek saziyên medya yên hêzên Rojava ku operasyona Tirkiye rewa dide nîşandan, dest bi rexneyan kirin. Piştî operasyonê dest pê kir, bi îmzeya Beklan Kulaksizoglu nivîsa ku PYD wekî milê PKK'ê ye nîşan da. Angaşt ku li dijî Tirkiye di nava êrîşê de ye. Edîtorê Rojnameya Deutsche Welle, Kersten Knipp îro operasyon rexne kir û wiha got "Tirkiye aktorekî ku nayê zanîn dê çi bike ye. Knipp, anî ziman ku bêdengiya welatên Ewropa ya li dijî kurdên ku DAİŞ têk birin rûreşî ye.    Çapemeniya Alman jî ji ber ku tang û topên Alman di vê operasyonê de xistine nava şer rexne kir. Her çend BBC piştgiriyê bide operasyonê jî hin çapemeniyên îngîlîz bal kişand ser şervanên enternasyonalist ên li dijî DAIŞ'ê de şer kirin. Helwesta hikûmeta Îngîlîstanê rexne kirin.    BBC îro jî nakokiyên Rusya yên li dijî Efrînê girt dest. Êdî gelek çapemenî û medya li ser operasyona Efrînê dinivîsin û hewa tê guhertin. Gelek bawer dikin ku bêdengiya li dijî operasyonê dê piştgiriyê bide DAIŞ'ê.    HEVDÎTINA TRUMP-ERDOGAN GIRÎNG E    Trump û Erdogan dê îro hevdîtin bikin. Li bendê ye ku li ser mijara Efrînê bi axivin. Ev hevdîtina di navbera Tirkiye û DYA de dê hevdîtina asta herî jor be. Berê jî hin hevdîtnên du kes pêk hatin. DYA bi awayekî nîvo piştgirî da operasyonê. Lê daxwaza sînorkirina operasyonê anîbû rojevê. Lê berxwedana Efrînê bandorê li ser encamê dike.