Bertekên li dijî operasyonê: AKP, cenazeyên şehîdan dike hevî 2018-01-24 15:03:43 ÎZMÎR - Hezên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, bertek nîşanî binçavkirinên êrîşên piştî  Efrînê dan û diyar kirin ku AKP cenazeyên leşkeran dike hevî.  Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, bertek nîşanî binçavkirinên parvekirinên “Ji Şer re na” yên li ser medya civakî yên li dijî êrîşên li ser Efrînê, dan. Hêzên Ked û Demokrasiyê li Nûnertiya Herêma DÎSK’ê ya Egeyê daxuyanî dan. Gelek nûnerên saziyên civaka sîvîl beşdar bûn. Li ser navê Hezên Ked û Demokrasiyê Berdevkê Demî yê Lijneya KoordînasyonaTMMOB’ê ya Îzmîrê Melîh Yalçîn daxuyanî da.   'AKP JI CENAZEYÊN ŞEHÎDAN HÊVÎDIKE’   Yalçin, diyar kir ku operasyona Efrînê ji bo Tirkiyeyê dê xwîn û rondikan bîne û wiha axivî: “Aştiya civakî ketiye talokê. Rayedarên AKP’ê ji roja operasyon hatî destpêkirin û vir ve ji bo hemû daxwazên aştiyê dibêjin ‘emê binpê bikin û derbas bibin’ û bi vî awayî hedef didin nişandan. Koçe ji bo çalakiyan hatine qedexe kirin. Ferman dane darazên xwe, da ku kesên parvekirinên medya civakî dikin binçav bikin.”   Yalçin, anî ziman ku ew rastiya bin êrîşên Efrînê de tên veşartin baş dizanîn û wiha got: “Bi hinceta operasyonan, dixwazin eniya mîlliyetgir a 7 Hezîran û 16’ê Nîsan, di sala 2019’an de jî ava bikin. Ji ber hesabên qirêj ên AKP-MHP’ê li Efrînê çiqas sivîl bên kuştin û leşker jiyana xwe ji dest bidin ne dixema wan deye. Berevajî desthilatdariya AKP’ê dixwaze netewperestiyê mezintir bike û ji cenazeye şehîdan hêvî dike.”   'EM TIM BÊJIN AŞTÎ’   Yalçin, da zanîn ku êrîşên leşkeri yên li ser Efrînê dê şerê li Sûriyeyê paşve vegerîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tim bêjin aştî. Dê tu carî tirsa dixwazin bidin avakirin, dengen aştî û azadiyê tek nebe. Em ê paşve gav ne avêjin. Emê nebin hevkarên vî sûcî û em ê têkoşîna xwe bidomîn in.”