Di serdegirtinên malan de herî kêm 20 kes binçavkirin 2018-01-24 14:21:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Edeneyê, Hatay, Şirnex û Meletiyê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 20 kes binçav kirin.   Li Edeneyê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û 9 kes binçav kirin. Polîsan dest danîn ser bîlgîsayar, telefon, malzemeyên teknîkê û pirtûkan. Polîsan bi hinceta parvekirinên medya civakî yên derbarê Efrînê de 9 kesên binçav kirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê.    LI HATAY’Ê 5 BINÇAV KIRINDA    Polîsan li navçeyên Erzîn û Dortyol ên Hatayê jî di saetên serê sibê bi ser malan e girtin, 5 kesên di navê de rêveberên HDP’ê jî heyî girtin binçavan. Kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin birin midûriyat polîsan a navçeyê.   LI MELETIYÊ JÎ SIYASETMEDAR BINÇAV KIRIN   Li navçeyên Yaşîlyurt û Akçadag ên Meletiyê jî serê sibê polîsan bi ser malan de girtin, Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Meletiyê Mehmet Tuncel, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meletiyê Bulent Karataş, Endamê Lijneya Dîsîplînê ya Rêveberiya Bajêr a HDP’Ê Alî Dagdelen û Delegeyê Kongreya Civaka Demokratîk Bîgul Dagdelen binçav kirin. Siyasetmedar û parêzvanê mafê yên birin Midûryeta Polîsan a Bajêr hinceta binçavkirinên wan nehat zanîn.     BI SER AVAHIYA PARTIYÊN GUNDKÊ MELÊ DE GIRTIN     Li bajaroka Gundkê Melê ya Şirnexê jî leşkeran bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girtin û piştî lêgerînê Hevarokê HDP’a Gundkêmelê Şehmus Sîdar binçav kirin. Di heman demê de Hevserokê DBP’ê yê bajarokê Sadun Sezer ku Qereqola Cendirmeya Mîllî serê sibê gazî wî kirin, binçav kirin.  Hevserokên HDP û DBP’ê yên hinceta binçavkirinên wan nehat zanîn li qereqola cendirmeyan tên girtin.