Jinên girtî ji NY'yê re nameya Efrînê şand 2018-01-24 13:32:09 STENBOL - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê girtî ne, bi lêdana deriyan êrîşa li dijî Efrînê şermezar kirin. Girtiyan ji NY'yê re name jî şandin û xwest berpirsyariya xwe bîne cih. Girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê girtî ne, oprasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê şermezar kirin. Girtiyên jin li deriyan dan û dirûşim berz kirin. Jinan ji Konseya Ewlehiya Neteweyê Yekbûyî (NY) re name jî şandin û armanca avakirina wê bi bîr xistin. Jinan diyar kir ku Tirkiye bi êrîşa li dijî Efrînê re jiyan gel dike armanc û destkeftiyên gel ên demokratîk ji holê radike.   Di nameyê de ji NY'yê hat xwestin ku berpirsyariya xwe bîne cih.