Lêçûnên girtîgeh, muftî û Perwerdeya Neteweyî qeyûm dide! 2018-01-24 12:46:09 ŞIRNEX - Qeyûm Turan Bedîrhanoglu yê tayînê Şaredariya Şirnexê kirin, îdiaya der barê wî de 9 lêpirsînên "nelêrêtî" û "di îhaleyê de fesadî kiriye" hatin vekirin. Hat gotin bi fermana wî ji kaseya şaredariyê pere ji muftî, Miduryeta Perwerdeya Neteweyî û Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê re hatiye şandin. Alîkarê Walî Turan Bedîrhanoglu di 5'ê Mijdara 2016'an de bi fermana Wezîrê Karê Hundur wekî qeyûm tayînê Şaredariya Şirnexê kirin, Di mehên Hezîran, Tîrmeh, Îlon û Kanûnê yên 2017'an de civînên meclia şaredariyê pêk anî, hin biryar girtin. Di civînan de gelek biryar girtin û gelek planên îmarê guhertin.   RÊJEYA HIN PEREYÊ RAZANDIN DIYAR NEKIR   Ji bo gelek xebatên li bajêr, wezîran butçe veqetand û şaredariyên AKP'î piştgirî dan şaredariyê. Di civînên meclisê de gelek biryarên balkêş hatin girtin. Di civînan de ji bo muftî, Miduryeta Perwerdeya Neteweyî û Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi 10 hezaran TL pere hat veqetandin û hat şandin.   Hin pereyê ku ji bo saziyan hatiye veqetandin û rêjeya wan diyar kirine balê dikişîne.   JI SAZIYAN RE PERE VEQETANDIN   Bedîrhanoglu li Şirnexê qeyûmê 3 şaredariyan û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr e. Di civînan de ji bo gelek dibistanan biryar girt ku pergala kamerayan bê bi cih kirin û butçe veqetand. Ji bo cihê bêhnstandina girtîgehê tîner, boyax û çîmento şand. Dîsa ji bo xalîçeyên mizgeftê 30 hezar TL butçe veqetand.