Rêxistinên kedê: Dê şer ji kedkaran re xizaniyê bîne 2018-01-24 12:14:32 ENQERE - Berdevkên sazî û rêxistinên kedê yên wekî KESK, DÎSK û TMMOB'ê xwestin êrîşên li dijî Efrînê bên rawestandin. Xala herbeş a kedkaran ew e dê şer ji bo sermayedaran karê û ji kedkar û bindestan re mirinê bîne. Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Berdevkê Herêma Enqereyê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK) Tayfun Gorgun û Serokê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz, bal kişandin ser êrîşên li dijî Efrînê û aşkera kirin ku tu tiştê bibe sedema şer li holê tune û xwestin şer demil dest bê rawestandin.   ‘ME ÊRÎŞEKE LI DIJÎ TIRKIYEYÊ NEDÎT’   Gorgun diyar kir ku wekî di hemû şerên li cîhanê de jî hatiye dîtin, kesên mexdûr dibin kedkar in û ev tişt got: "Em naxwazin êrîşê Efrînê bikin. Me heta niha nedîtiye ji aliyê Sûriyeyê ve êrîşek li dijî Tirkiyeyê pêk hatiye. Tirkiyeyê bi hinceteke wiha êrîşê Efrînê kir. Ev ne rast e. Ji ber wê em di vî warî de şaş bûne. Bila demil dest ev şer bê rawestandin."   Gorgun da zanîn ku di dema şer de dê hilberîn kêm be û kes nikare tiştekî bistîne û wiha axivî: "Heta şer dewam bike dê xwarina li ser sifreya me kêm bibe. Ji ber ku şer xerçkirinek zêde bi xwe re tîne. Ev şer bi bacên welatiyan tê kirin."   ‘TU ALIYÊN RAST Ê VÎ ŞERÎ TUNE’   Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk aşkera kir ku tu sedema şerê li dijî Efrînê tune û wiha pê de çû: "Ev şer gefa li dijî kurd, ereb, tirkmenên li Efrînê ye. Ev şerê 5 sal e li Sûriyeyê dewam dike, ji bo kedkar û karkeran tu tişt neanî. Li cihê şer heyî ji bo kedkaran xizanî û bêkarî heye."   ‘EV ŞERÊ DÎZAYNKIRINA NAVXWEYÎ YE’   Bozgeyîk der barê şerê li dijî Efrînê de jî axivî, got ku dê şer gelên li Tirkiyeyê ji hev parçe bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye bi hêza leşkerî ya heyî dikare sînorê xwe biparêze. Pêwîstî bi mudaxaleyê tune. Dê ev şer nijadperestiya li Tirkiyeyê zêde bike. Bi taybetî hevkariya ku AKP-MHP'ê kiriye, dê bi hêz bike. Ev dîzaynkirina siyaseta navxweyî ye. Ji bo wê em wekî KESK'ê dibêjin ku tu berjewendiyên gelên Tirkiyeyê di vî şerî de tune." Bozgeyîk destnîşan kir ku ev şer ne şerê gelan, şerê desthilatdariyê ye û wiha got: "Li pêşiya me hilbijartinek heye. Ji ber wê OHAL dewam dike. Dê hêj rejîmeke tund derkeve pêş. Ji bo bibe serok pêwîstiya wî bi sedî 50 û yekî heye. Divê ev bi her awayî bê gotin."   ‘YÊN TÊN KUŞTIN BEŞA KARKERAN E’   Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB'ê Emîn Koramaz jî derbirî ku şerê heyî bûye amûreke polîtîkaya navxweyî û ev tişt anî ziman: "Ewlehiya sînor a Tirkiyeyê wekî hincet didin nîşan. Li gorî me ev hincetek e. Em alîgirê aştiya li Tirkiyeyê ne. Dê di şer de barekî mezin bidin ser pişta karkeran. Di serî de polîtîkaya li Sûriyeyê dimeşandin şaş bû. Ji xwe aboriya Tirkiyeyê li ber tunebûnê ye. Welatê me her dem di krîzê de bû. Barê vê krîzê bi bacên giran dan ser pişta kedkaran. Bêkarî û xizanî zêde ye. Ev şer şerê sermayedaran e. Yên di vî şerî de dimirn zarokên xizanan, kekdar û karkeran e. Kedkar li dijî şer in."   MA / Selman Guzelyuz